‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’ 2022-05-25 13:52:14   ENQERE - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Fatin Kanat diyar kir ku windakirina di bin  çavan de bi awayekî rêxistinî tê kirin û wiha got: “Divê deriyên edliyeyê ne li înkar û necezakirinê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi minasebeta 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinên Di Bin Çavan de ya Navneteweyî, li pêşiya avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” hatibû vekirin û Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Perîhan Senemîllîoglu û gelek kes jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Fatin Kanat di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Divê deriyên edliyeyê ne ji înkar û necezakirinê lê ji heqîqet û edaletê re bên vekirin. Li şûna ku di bûyerên windakirinê de rastiya madî derxînin û kujerên wan tespît û ceza bikin, meqamên darazê rastiyê vedişêrin, kiryaran bêceza dihêlin û hewl didin zextê li kesên ku li edaletê digerin bikin û wan ceza bikin. Windakirinên di bin çavan de bi awayekî rêxistinî tê kirin. Bi hevkariya tevahiya saziyên dewletê bi ser hate nixûmandin. Lewma ewqas zêde hatin kirin û bi rengekî bêcezakirin domiyan. Li dijî vê zîhniyeta ku hiqûq û wijdanê binpê dike û sûc û tundiyên dewletê asayî dike, em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê û pirsîna hesabê bernedin. ”    Kanat herî dawî jî bang li rayedarên dewletê kir ku dawî li van sepanên keyfî bînin, qedexeya li ser Qada Galatasarayê rakin û li gorî qanûnên li dijî windakirina binçavkiriyan tevbigerin.