Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin 2022-05-25 13:55:14 ÎZMÎR - Platforma Ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî wê bi dirûşmeya “Em deng didin girtîgehan” wê daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bide.    Platforma Ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî wê bi dirûşmeya “Em deng didin girtîgehan” wê di 28’ê Gulanê de li Îskeleya Konakê daxuyaniyeke girseyî bide çapemeniyê. Di daxuyaniya ku dê di saet 19.00’an de were dayîn de dê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, mirinan û tecrîdê deng bê derxistin û bê xwestin ku rayedar pewyîra xew bi cih bînin. Platformê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi etîketa “Em bifikar û bikerb in. Tehamula me nîne ku em tenê canekî xwe yê din winda bikin. Deng bidin girtîgehan û tecrîdê bidin rawestandin. Ji girtiyên nexweş re azadî” herkes vexwendin daxuyaniyê.    Li aliyê din Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî, nivîskar Onder Bîrol Biyik, nivîskar Temel Demîer, akademisyen Sîbel Ozbûdûn jî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal banga tev li bûna daxuyaniyê kirin.