Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne 2022-05-25 14:14:07   MERSÎN - Ji 7 kesên ku li Mersîn û Edenê hatibûn binçavirin 5 jê hatin girtin û 2 kes jî hê di bin çavan de ne.    Li Mersînê, di saetên serê sibehê de polisan bi ser malan de girtibûn û 2 kesan binçav kiribûn. Polisan her du kesên binçav kirin bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Mersînê.    Her wiha 4 kesên ku di 19'ê gulanê de polisan wan binçav kiribû jî derketin dadgehê û bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" û "fînansekirina rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.    EDENE    Rêveberê HDP'a Edenê Mehmet Mûstafa Bîlgîç ku di 12'ê nîsanê de di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatibû de destpêkirin de hatibû binçavkirin û 24'ê nîsanê de ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Enqerê ve bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, îro li ser îtîraza dozgerî careke din li Edenê hat binçavkirin û ji aliyê dadgeha ku derketê ve hat girtin.