Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin 2022-05-25 14:14:44 ŞIRNEX - Li Heftanînê şer dijwar dibe û herêm ji Qilebanê bi topên hawanan tê bombebarankirin.  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê li dijî axa başûrê Kurdistanê daye destpêkirin li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi şerê dijwar didome. Hat destînîşankirin ku di şerê rojên dawî yên li Heftanînê de gelek leşker tên kuştin. Çend roj e liv û tevgerekî leşkerî li herêmê tê raçavkirin û herêm ji navçeya Qilebanê bi awayekî berfireh tê bombekirin.    Dengê topên hawanê ji gundên ser xeta sînor tê bihîstin.