Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in 2022-05-25 15:10:16 AMED/WAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed û Wanê didome. Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî di çalakiya li Amedê de axivî û wiha got : “Em dixwazin ku xwedî li daxwazên me were derketin. Ji ber ku daxwazên me ne tenê ji bo me ne, ji bo aramiya welat in jî.” Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku di 16’ê Mijdara 2021’an de li Baroya Amedê dabûn destpêkirin didome. Malbatan îro li ber avahiya Saziya Tibê ya Edlî (ATK) li hev civiyan. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK), tev li çalakiyê bûn û piştevaniya malbatan kirin.  Di çalakiyê de yek ji xizma girtiyan Herdem Merwanî axivî. Merwanî, diyar kir ku heft mehe nobeda xwe ya edaletê didomînîn û wiha got: “Daxwaze me diyar e û ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Bi dehan kes hatin girtine bi dehan kes hatin berdan. Kesên ku demêkî dirêj di girtigehê de bûn, hatin berdan lê belê girtiyên me cûdatir digirin dest û bêhiqûqiyê dikin. Girtiyên nexweş ketine bin salekî lê hûn dîsa jî wan bernadin. Girtiyên nexweş dibin girtigehên herî dûr. Em li Amedê rûdinin girtiyên me dibin wekî bajerên Îzmîr û bajerên din.”   ‘EW KUŞTIN NÎNE ÇIYE?’   Merwanî, anî ziman ku weke malbatên girtiyan rastî tundî û cezakirinê jî tên û wiha domand: “Em li vir hem bi nasnemeya kurditiyê him jî bi nasnameya malbatên girtiyan tên cezakirin. Em vê yekê wek tundî qebul dikin, ji ber ku ji her alî ve ev rewş me diêşîne. Di heman demê de em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku wê heta kêngi ji van kuştinan re bedeng bimînin. Heke îro girtiyên nexweş bi tena serê xwe di hucreyekê de bimînin ev cînayet nîne çiye? Li gorî zagona wan dema girtîyekî/e nexweş bikeve bin salekî divê were berdan. Lê belê em ji wan hemûyan bêpar dimînin. Em dixwazin ku xwedî li daxwazên me were derketin. Ji ber ku daxwazên me ne tenê ji bo me ne, ji bo aramiya welat in jî.” Çalakî bi dirûşmên “Heq hiqûq edalet” û “Bijî berxwedana zindanan”  bi dawî bû.   WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin a li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya li Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hate astengkirin. Polîsan malbatên ku xwestin derbasî pêş ATK’ê bibin asteng kirin.    Dayika Botan Tîmûr ê 7 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr bi van gotinan “Ez 6 sal in nikarim zarokê xwe bibînim. Ez emeliyat bûme û nexweş im, çima destûrê nadin ku zarokê xwe bibînim. Ez dayikekim, ev edalet e? Em dixwazin bi rêya çapemeniyê dengê xwe bigihînin Wezareta Edaletê û rayagiştî lê hûn destûr nadin. Hûn nahêlin ku çapemenî dîmenan bikişîne. Hûn me bikujin jî bigirin jî kelemçe bikin jî em ê dîsa werin vê derê. Em dayik in, dilê me dişewite” bertek nîşanî polîsan dan.    Malbatan helwesta polîsan bi berzkirina dirûşmeya “girtiyên siyasî rûmeta me ne” şermezar kirin.