Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû 2022-05-25 15:20:13   RIHA - Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket. Guleya ku ji Serêkaniya binxetê hat Serêkaniya serxetê li jinekê ket û birîndar bû. Ambûlans nedan ku wê bibin nexweşxaneyê.    Li navçeya Serêkaniyê ya rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên paramîlîter de şer derket. Hat gotin di navbera komên Al-Aqeedat û Al-Mawali şerê dijwar qewimiye. Ji ber şerê van koman guleya ku ji Serêkaniya binxebetê hat navçeya Serêkaniyê ya serxetê li jinekê ket. Ev şer serê sibehê qewimiye û vîdeoyên wê li ser medya dîjîtal hatin parvekirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku ev kom çekên giran bi kar tînin û gelek ji wan hatine kuştin û birîndaran jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê.    AMBULANS NEDAN    Beyaz Demîr (58) a dayika pênc zarokan ku mala wê li taxa nêzî sînor e bi vê guleya ji wî alî sînor hat li qirika wê ket. Hat zanîn ku Demîr rakirine nexweşxaneyê lê xetereya wê nîne.    Divê Demîr piştî mudaxileya ewil rakirina nexweşxaneyek din. Lê ji ber ku ambulans ji bo xizmeta komên paramîlîter hatibûn temînkirin, nedan ku Demîr neqlî nexweşxaneyek din bê kirin. Li ser vê yekê xizmên Demîr bi derfetên xwe wê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Hat zanîn ku welatiyek din jî ji guleya ku ji Serêkaniyê hatiye birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.