Li Zapê 12 leşker hatin kuştin 2022-05-25 15:26:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku li herêma Zapê ya başûrê Kurdistanê 12 leşker hatine kuştin.  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên bi ser axa başûrê Kurdistanê ve bi dijwarî berdewam dikin. Li herêmê şerê giran rû dide û gelek leşker tên kuştin. Kuştina leşkeran bi awayek eşkere nayê ragihandin û kuştina leşkeran tê veşartin an jî kêm tê eşkerekirin. Balkêş e ku agahiya leşkerên tên kuştin dema ku Wezîrê Parastinê yê Tirkyeyê Hulusî Akar li ser xeta sînor bû hat parvekirin. Wezareta Parastinê duh daxuyand ku 5 leşker ji ber şer hatine kuştin.    Li gor agahiyên di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de li devera Çiyareşê ya Zapê şer derketiye û 12 leşker di vî şerê de hatine kuştin. Dîsa di 24'ê gulanê de li herêman Kurojahroyê de şer derketibû û di vî şerî de jî gelek leşker hatibûn kuştin. Ji ber vê kuştina leşkeran Wezîrê Parastinê Akar û çend erkdarên fermandariyê bi hev re ji bo serdana leşkeran çûn ser sînor.