OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir 2022-05-25 16:03:42   RIHA - Şandeya ji HDP’ê û OHD’ê pêk dihat serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 443’yemîn de berdewam dike. Şandeya ji Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de ji OHD’ê û HDP’ê pêk dihat serdana malatê kirin û piştevaniya xwe anîn ziman.    Malbatê têkildarî neheqiya li wan tê kirin agahî dan şandeyê. Parlamenter Omer Ocalan di serdanê de axivî û destnîşan kir ew li cem daxwazên malbatê yên mafdar in û wiha got: “Em bi her awayî li ba we ne. Em vê li her deverê dibêjin. Hûn duh li Stenbolê bûn, dibe ku hûn sibê biçin cihek din. Kes nikare bikeve pêşiya têkoşîna we ya mafdar. Hûn tenê edaletê dixwazin. Niha edalet nebe jî lê di demek zû an dereng de wê edalet bi cih were.”    Şandeyê demek bi malbatê re nobedê girt û pişt re ji wir veqetiyan.