Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn 2022-05-25 16:34:07   STENBOL - Akademîsyen Nûriye Gulmen a bi KHK’ê ji peywîra xwe hate dûr xistin, di doza jê dihate darizandin de 10 sal cezayê hefsê lê hate birîn.    Danişîna doza 4 kesên ku akademîsyen Nûriye Gulmen a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji peywîrê hate dûrxistin û piştî di serdegirtina polîsan a li ser Navenda Çanda Îdîl a li semta Okmeydani ya Stenbolê hatibû binçavkirin û girtin, li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin.    Gulmen a bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin û Yasemîn Karadag di danişînê de amade bûn. Dadgehê li Gulmen 10 sal û li Karadagê jî 12 sal cezayê hefsê birî. Piştî biryarê Gulmen û Karadag li eywana danişînê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.