Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir 2022-05-25 17:51:19   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ku di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kiriklarê, diyar kirin ku îdareya girtîgehê sozên xwe neaniye cî û ji ber vê girtî cardin dest bi greva birçîbûnê kirine.    Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin di roja 64'an de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê dewam kir. Malbat li ber girtîgehê li hev kom bûn û pêşmalkên li ser "Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsandî li xwe kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Karabaglar û Çîgîlê jî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    ZEXT ZÊDE BÛNE   Sûltan Yagmekan anî ziman ku zextên li ser zarokên wan zêde bûne. Yagmekan bibîr xist ku li Girtîgeha Kiriklarê berê girtî li hemberî binpêkirinên mafan ketibûn greva birçîbûnê û greva wan 63 rojan dewam kiribû, lê piştî îdareya girtîgehê soz dabû dê daxwazên wan qebûl bike grev bi dawî bûbû. Yagmekan destnîşan kir ku lê belê îdareya girtîgehê sozek xwe jî bi cî neaniye û berevajî wê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin.    Yagmekan diyar kir ku girtî cardin dest bi greva birçîbûnê kirine û got: "Girtîgehê sozên xwe bi cî neaniye. Girtiyên nexweş nabe nexweşxaneyê, wan dixe hucreyan. Ger tiştek bê serê zarokên me dê kî hesab bide? Li Girtîgeha Kiriklarê Onûr Yilmaz ji ber zext û zoriyan ketiye rojiya mirinê. Girtiyên din jî dibêjin, 'Ger mafên me esas neyên girtin em ê jî dest pê bikin.' Bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe, ev zilm dê heya kengî bidome? Ez bang li Wezîrê Dadê, rayedarên dewletê dikim; em li pişta zarokên xwe ne, xew bi çavê me nakeve, dengê me bibihîsin, edaletê pêk bînin."    ÊDÎ BES E!   Medîne Kaymaz jî anî ziman ku zarokên wan bi salan e girtîne û got: "Em dayikên aştiyê, edaletê ne. Heya ev zilm li ser zarokên me hebe em ê li qadan bin. Ên girtî zarokên me ne. Zarokên me sirgûnî girtîgehên dûrî me dikin. Çi dikin bila bikin em ê zarokên xwe bibînin. Berpirsê hemû binpêkirinên mafan dewlet e. Bes zilmê li zarokên me bikin. Êdî bes e."