Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin 2022-05-25 19:08:59   STENBOL – Xizmên girtiyan ê di Nobeda Edaletê de serdana SODAP û KAYY-DER’ê kirin û ji bo piştgiriyê bang kirin.    Xizmên girtiyan ku Noeda Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê didomînin, serdana Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) û Komeleyya Civakî, Piştevaniyê, Pêşvebirinê û Çandê ya Navçeya Gêxî, Qereqoçan, Azarpêrt, Xorxol û Çêrmeyê (KAYY-DER9 kirin. Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAYDER) Nesîm Ozkan jî hevrêtiya malbatan kir.    Berdevka SODAP'ê Sevtap Akdag û yên li cem wê malbat pêşwazî kirin. Di serdanê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş, tahde û îşkenceya li ser girtiyan û awayê têkoşîna li hemberî van çewisandinan hat nîqaşkirin.    Di serdanê de ewilî Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Nesîm Ozkan axivî. Ozkan li ser Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan û girîngiya piştevaniyê sekinî. Paşê Kumrî Akgul axivî. Akgul jî bilêv kir ku birayê wê 17 sal in girtiye. Akgul destnîşan kir ku tu kes muebeda girankirî heq nake û got: "Birayê min ji sala 2007'an ve bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Çîroka her dayikekê pirtûkek e. Di sala 2007'an de ji bo birayê min gotin hewl daye xwe bikuje û ew rakirine nexweşxaneyê. Tam 4 mehan me xeber jê negirt. Piştî 4 mehan gava em çûn nexweşxaneyê ji bo wî bibînin, me ew nas nekir."    'JI ÇI DITIRSIN?'   Akgul bilêv kir ku li ser laşê birayê wî cixare hatibûn tefandin û got: "Wî jî em nas nakirin. Me jî ew nas nekir. 11 mehan ma, lê mixabin ATK'ê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da wî. Paşê li Erdal xistine û ew bi darê zorê birine xistine hucreyê."    Akgul destnîşan kir ku piştî Emîne Şenyaşarê Nobeda Edaletê daye destpêkirin wan jî bi heman moral û hêzê li Stenbolê dest bi Nobeda Edaletê kiriye, lê her hefte bi tahde û îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Akgul got: "Ev qas kes di vê Stenbola qerase de hiltên qey em çar pênc dayik tê de hilnayên? Derbarê dayikekê de 5 dosye hatine çêkirin, çima ji me ditirsin?"    'MIRINXANE'   Akgul diyar kir ku tenê doza berdana girtiyan dikin û got: "Her derê Tirkiyeyê veguheriye mirinxaneyê. We zarokên me ji me stendin, bi saxî bidin me. Wan dikujin û dibêjin xwe kuştine. Xwarin tune, av tune. Tew li girtîgehên Marmarayê zext û zorî pir zêde ne. Em naxwazin tu dayik hêstiran bibarîne. Rengê hêstirên dayikan tune ye. Em bang li cîhanê dikin, em diqîrin, em naxwazin bigirîn. Em bang li saziyan dikin, piştgiriya me bikin. Em natirsin, ji lew re em dayik in."    Berdevka SODAP'ê Sevtap Akdag jî bal kişand ser girîngiya nobedê. Akdag destnîşan kir ku divê bi hev re têkoşînê xurt bikin û rê û rêbazên wê zexm bikin û got: "Em welatekî wekhev, adil û azad dixwazin. Ji bo em karibin wiha bibêjin li dijî zextên li girtîgehan divê em bi hev re hin rê û rêbazan bibînin."    ‘EM JI BO HER KESÎ LI WIR IN'    Paşê malbatan serdana KAYY-DER'ê kir. Hevserokên komeleyê Bîlsen Ozdogan û Ahmet Tuzun û yên li cem wan malbat pêşwazî kirin. Li vir ji dayikên girtiyan Fincê Akman axivî û got: "Mafê me yê hevdîtinê tê astengkirin. Gelek girtiyên nexweş hene. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em ê xwedî li wan derkevin. Li hemberî girtiyan polîtîkayeke qirêj heye, em dixwazin ev polîtîka bi dawî bibe. Akman destnîşan kir ku ew tenê ne ji bo zarokên xwe ji bo her kesî li wir in û got: "Çi dikin bila bikin, dixwazî bila binçav bikin, dixwazî bila li me bixin û dixwazî bila bigirin, lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."    Cemîle Çîftçî jî ji bo piştevaniyê bang kir û got: "Em dixwazin ev polîtîkayên qirêj bi dawî bibin. Bila ev şer biqede û girtî azad bibin."    PIŞTGIRÎ   Hevseroka KAYY-DER'ê Bîlsen Ozdogan jî destnîşan kir ku îşkenceyên li girtîgehan pir giran in û got: "Em piştgiriya vê berxwedanê dikin û ji bo me pir biqîmet e. Em dizanin kezeba we pir dişewite. Divê ev têkoşîn bê bilindkirin û em jî piştgiriya vê berxwedana we dikin."   Hevserokê komeleyê Ahmet Tuzun jî got: "Ez rêz û hurmetê nîşanî vê helwesta we didim, hûn xwedî kedeke mezin in. Hûn Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê êdî berbiçav in. Hin tişt bi saya we çêdibin, em tim li cem we ne. Em ê tevli we bibin. Wek komele çi bikeve ser milê me em li cem we ne."