Heftanîn tê topbarankirin 2022-05-25 19:16:47   ŞIRNEX - Ji gundên Qilebanê herêma Heftanînê bi obusan tê topbarankirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe didomin. Tirkiye ku ji 17 Nîsanê ve di êrişên li Zap, Avaşîn û Metînayê de tu tişt bi dest nexistiye, li Cûdî, Gabar, Besta û Heftanînê jî dest bi êrişan kir.    Tirkiye ji gundên Mergeh û Elemûn ên Qileban a Şirnexê herêma Heftanînê bênavber topabaran dike.