Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî 2022-05-25 21:35:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê bi dirûşmeya "Guhertina demgorafî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û vegerandina penaberan sûcek li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye" meşek girseyî hat lidarxistin.    Li Efrînê bi dirûşmeya "Guhertina demgorafî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û vegerandina penaberan sûcek li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye" meşek girseyî hat lidarxistin. Kurd, ereb û tirkmen tev li meşê bûn. Meş ji rêya di navbera gundê Wehşiya û navçeya Fafînê dest pê kir. Di meşê de pankartên li ser "Guhertina demgorafî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û vegerandina penaberan sûcek li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye", "Na ji komployên Tirkiyê û avakirina mêtîngehên nîjadperestî", "Hilweşe dagirkeriya tirk, bikeve Erdogan", "Bijî Sûriya demokratîk" û "Serkeftin wê para me be" nivîsandî hilgirtin.    Meş li ber navenda lihevanînê ya Rûsyayê ya li gundê Wehşiyeyê bi dawî bû.   Li vir Hevseroka Meclîsa Kampa Berxwedanê Nayîla Îsa daxuyanî xwend.   Îsa di destpêkê de bal kişand ser bêdengiya dewletên mezin ên ji bo kiryarên dewleta tirk û got: "Bê guman bêdengiya dewletên mezin li hemberî destwerdanên derve, şantajî û destekdayîna terorê ku dewleta tirk pêk tîne, encamên hesab û berjewendiyên wan dewletan in. Ev bêdengî qet ne di cih de ye û di nava xwe de gelek xetereyan dihewîne û dibe di rojên bê de îstiqrar û aştiyê têk bibe û terorê li dewletan belav bike."   Îsa di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku avakirina avahiyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê, bi taybet li Efrînê bi hinceta avakirina herêmeke ewle sûc e li dijî tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê û ev yek dê herêmê veguherîne navendeke ewle ji bo hêzên tundraw ku dê bi xwe re herêmên ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê daxilî nava qada şer bike.   Îsa li ser navê koçberên Efrîn û Şehbayê gefên pêkanîna êrişên nû yên li ser herêmên bakurê Sûriyê jî şermezarkirin û bang li dewleta Rûsya ya federal kir ku dewleteke garantor e, zextê li hikumeta tirk bike da ku dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyê bi dawî bike, rê li ber êrişeke nû bigire, avakirina herêma ku Tirkiyê îdia dike ava bike rawestîne, her wiha bicihkirinên bi mebestên guhertina demgorafiya bakurê Sûriyê û bi taybet Efrînê bisekinîne.   Pişt re komîteya ku ji Azad Reşo, Mehmûd Elî, Îbrahîm Şêxo, Zekiya Osman  û Îsamîl Mûsa hat avakirin, bi generalên rûs re civiya û peyameke ji daxwazên navborî radestî wan kir.   Piştî hevdîtinê endamên komîteyê diyar kirin ku generalên rûs soz dabe ku dê pirsgirêka avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrîn û herêmên dagirkirî rawestînin, hêzên rûs wê derfet nedin Tirkiyeyê ku êrişê bibe ser Şehbayê. Ji xeynî vê endaman ragihand ku genralê rûs soz daye ku dê nameyê bighîne aliyên têkildar jî.   Çalakî bi diruşma silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.