Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime 2022-05-26 08:25:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li qadên Girê Cûdî û Girê FM ên herêma Zapê û qada Girê Hekkarî yê herêma Metînayê êrişên nû dan destpêkirin. Hate diyarkirin ku li herêman şerekî dijwar diqewime.   Êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Tirkiyeyê duh bi şev piştî qadên Girê Cûdî û Girê FM ên herêma Zapê û Girê Hekkarî yê herêma Metînayê bi balafir û helîkopteran bi awayekî zêde bombebaran kir, ji bejahî û hewayî êrişeke nû da destpêkirin.    Hate diyarkirin ku li qadên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hekkariyê şerekî dijwar diqewime.