Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin 2022-05-26 08:54:10   ŞIRNEX - Cenazeyê Siddik Ûgûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe Şirnexê hate veşartin.    Siddik Ûgûr (29) ê di 14’ê Adara 2016’an de dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê hatibû ragihandin de hatibû girtin û cezayê muebbeta girankirî li hatibû birîn, li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê ya Elihê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ûgûr ê rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Êlihê, piştî kirariyên otopsiyê radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Ûgûr ê ber bi bajarê wî Şirnexê ve hate oxirkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyê û rêveberên MEBYA-DER’ê cenazeyê Ûgûr bi awayekî girseyî li navçeya Hezexê pêşwazî kirin. Cenazeyê Ûgûr ji bo ku wecîbeyên olî pêk bînin, anîn Mizgefta Darûs Selam a li Şirnexê.    Cenazeyê Ûgûr, piştî wecîbeyên olî li Goristana Kar a Kendalê bi awayekî girseyî hate veşartin. Malbata Ûgûr wê şînê li mala xwe ya li Taxa Dîcleyê deyne.