ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-26 09:00:02 * Rojnamevan Argeş Şengalî diyar kir ku heta niha 40 baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li dora Mûsilê hatine çêkirin û got: "Çima dewleta Iraqê nabêje ku axa min ji aliyê hin dewletên desthilatdar ve tê dagirkirin û çima sînoran axa me binpê dikin.”  * Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû ku ji peywirê hatibû girtin, qada tendûristiyê jî veguherandiye qada bazirganiyê.    * Qeyûmê Şaredariya Êlihê ku milkê şaredariyê bi 500 hezar TL'yî di biniya fiyetê wê re firotiye, ji bo stendina ala, poster û flamayan jî milyon û 550 hezar TL xerc kiriye.    * Nexweşîna girtiyê nexweş Ekîm Polat ku ûr di serê wî de heye û rîtma dilê wî xerabe ye, şaş hatiye teşhîskirin. Dayik Songul Îlker got: "Nû pê hesiyame ku kurê min bi nexweşîna akromegaliyê ketiye. Ev nexweşîn zirar daye hebû lebatên wî."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 444'emîn de berdewam bike.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li Navenda Gişî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe û mijarên di rojevê de binirxîne. (11.00) ZINDÎ   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin ji bo bên berdan dane destpêkirin dê li Amed, Stenbol û Îzmîrê bidome (13.00-16.00)  ZINDÎ   * 7 pêkhateyên ku li ser banga HDP'ê kampanya "Em ê tişta ku heqê me ye bigirin" dane destpêkirin dê li ber Navenda Kar a Cevahîrê ya Şîşliyê stant veke. (17.00)