Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye! 2022-05-26 09:00:42 AMED - Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû ku ji peywirê hatibû girtin, qada tendûristiyê jî veguherandiye qada bazirganiyê. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû ku di 12'ê Gulanê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ve ji peywirê hatibû girtin, derket holê ku li bajar qadeke din ji rantê re vekiriye. Qeyûm Karaloglû ku di meha sibatê de bi kesên hatibûn tayînkirin re "Civîna Meclîsê" li dar xistibû, li navçeya Peyasê qadên ku ji bo PTT û Tendûristiyê hatibûn diyarkirin veguherandiye qadên bazirganiyê.    PÊWISTIYA BI TENDURISTIYÊ TUNEBÛYE!   Rêveberiya Qeyûm, li Taxa Peyasê ya li navçeyê neguhêzbara bi hejmara 1'an a 1716 ku weke "Qada Tendûristiyê" tê dîtin veguherand "Qada Bazirganiyê". Qeyûm, vê guhertinê li gorî xala qanûna îmarê ku ji 5 salan carekê dikare bê guhertin pêk aniye. Qeyûm, biryara xwe de jî angaşt kiriye ku li herêmê têra xwe "Qada Tendûristiyê" heye û ji ber vê yekê qada 1716 a bi hejmara 1 pêdiviya xwe ya ji bo "Qada Tendûristiyê" winda kiriye û li heremê pêwistî bi "Qada Bazirganiyê" heye.    QADA PTT'Ê JI RANTÊ RE VEKIRIN   Qeyûm, li heman taxê parsêla bi hejmara 8164 û 8165 jî ji bazirganiyê re vekiriye. Neguhêzbara ku weke "Qada PTT" xuya dibe jî bi vê yekê ji rantê re hatiye vekirin.    QADÊN CIVAKÎ JI LEŞKERIYÊ RE   Qeyûm Karaloglû, beriya ku ji peywirê bê girtin ji bûdçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkariya parke û bordur dabû Baregeha Leşkerî ya li Kaniya Xezalan a Rihayê. Dîsa li navçeya Peyasê, Rezan û Pasûrê jî qadên civakî ji rantê re vekirîbû û qadeke şîn jî dewrî leşkeriyê kiribû.    MA / Mujdat Can