Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat 2022-05-26 09:01:35 STENBOL - Nexweşiya girtiyê nexweş Ekîm Polat ku ûr di serê wî de heye û rîtma dilê wî xerabe ye, şaş hatiye teşhîskirin. Dayika Polat, Songul Îlker diyar kir ku nû pê hesiyaye ku kurê wê bi nexweşiya akromegaliyê ketiye û wiha got: "Vê nexweşiyê zirar daye hemû lebatên wî."    Tenduristiya girtiyê nexweş Ekîm Polat ku di Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, her ku diçe xerabtir dibe. Polat di sala 2016'an de ji ber îfadeyên "şahidê nepen" li Stenbolê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin û 24 sal ceza lê hate birîn. Polat ku dema li derve tu nexweşiyên wî nebûn, di 6 salên li girtîgehê de rîtma dilê wî xerabû, nexweşiya KOAH, helandina hestiyan, ûr, hîpertansiyon û ya çavan lê peyda bû û bi xetereya felca zêde re rû bi rû ye. Polat, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.    Polat ku ev qas nexweşî lê peyda bûne û cardin nayê berdan, heya niha di girtîgehê de du caran krîza dil derbas kiriye.    'EM Ê TE PERÎŞAN BIKIN'   Dayika Polat, Songul Îlker têkildarî rewşa kurê xwe bi ajansa me re axivî. Îlker, diyar kir ku hefteya borî li ser telefonê bi kurê xwe re axivî ye û wiha got: "Kurê min got ku gardiyanan gef li wî xwarine û heke tiştek bi serê wî were, rêveberiya girtîgehê ji vê yekê berpirsyar e. Kurê min got, di dema lêgerînan de li hundirê pêlava wî jî tê nihêrtin. Got, li hemberî wî sepaneke taybet heye. Gef lê tên xwarin. Jê re gotine, 'Em ê te perîşan bikin.'"   ‘SER WÊ DIGIRIN'   Bi domdarî Îlker anî ziman ku rewşa wan gelek cidî ye û wiha domand: "Kurê min got, 'Raste rast hedef digirin. Me gelek caran tiştên li vir diqewimin ragihandin lê bêyî ku bên lêkolînkirin, hatin nixumandin. Ev yek bi fermanê hatiye kirin. Ev pir aşkere ye. Bi usûla parastinê lêpirsîn dan destpêkirin û bi dawî kirin. Dibe ku cardin bên parastin. Li vir bi navê hiqûqê tu tişt tune ye ku em bi awayekî adil bên parastin. Li dosyayê mêze dikin û dixwazin di ser wê re tiştina bikin. Tiştên cuda û taybet pêk tînin.'"    ‘ÎDARE DIBÊJE EZ NIKARIM BIŞOPÎNIM'   Îlker bilêv kir ku kurê wê qala van tiştan ji rêveberiyê re kirine lê belê li wî nehatiye guhdarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mafê tenduristiyê yê kurê min tê binpêkirin. Kurê min du caran krîza dil derbas kir. Ji ber 'teşhîsa şaş', ziyan gihiştiye hemû lebatên wî. Bijîşk sonda hîpokratê nakin. Divê Ekîm demildest bê dermankirin. Nû pê hesiyame ku kurê min bi nexweşîna akromegaliyê ketiye. Vê nexweşiyê zirar daye hemû lebatê wî. Hewceya ûr a di serê wî de demildest bê derxistin. Ji bo vê jî hewcehî bi mudaxaleyeke cerahî heye. Ciwanekî 24 salî ye û dermankirina wî tim tê astengkirin."    ‘BÊYÎ KU MUAYENE BIKIN WÎ DIŞÎNIN'   Di berdewamê de Îlker ragihand ku ji ber ku dermankirina kurê wê û daxwaza ji bo sewqê hatiye betalkirin, kurê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye û ev tişt anî ziman: "Rêveberiya girtîgehê piştre ji bo daxwaznameya xwe betal bike gazî wî kiriye. Piştî ku rêveberiya girtîgehê gotiye dê wî derman bikin, kurê min jî greva xwe bi dawî kiriye. Ev yek di çapemeniyê de jî derket. Lê pêvajoyeke dermankirinê ya sûkî dan destpêkirin. Wî dibin nexweşxaneyê, dibin cem bijîşk lê bêyî ku bê muayenekirin wî dişînin girtîgehê. Bijîşk bi vî awayî sûc dikin. Piştî nexweşxaneyê jî lêgerîna tazî lê ferz kirine. Û ev yek nêzî salekê ye bi awayekî dijwar didome. Dermanên wî nadinê. Bi ser de jî tahdeyê lê dikin."    EW KIRINE HEDEFA GIRTIYÊN EDLÎ   Îlker anî ziman ku gardiyan bi mirinê gefê li kurê wî dixwin û wiha dom kir: "Gardiyan ji kurê min re gotiye 'Ez gardiyan im, tu sûcdar î, ez çi bixwazim ez ê wê bikim.' Her wiha li hewadariyê ew kirine hedefa girtiyên edlî. Gardiyanekî bi navê Sînan, gef lê xwarine, gotiye 'Dê girtiyên edlî te bikujin, em ê termê te ji vir derxin.'"    DI HUCREYÊ DE YE   Îlker bilêv kir ku pere ji kurê xwe re şandiye, lê mehek bi şûnde pere ketiye hesabê wî û wiha pê de çû: "Kurê min niha di hucreyê de ye. Kurê min dixwaze bi girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba re bimîne. Lewre her du jî nexweş in. Îşkence li her duyan jî tê kirin. Ji ber ku kal e Ekîm dixwaze li cem wî be. Ekîm ji bo ku qawîşek girtiyên nexweş bê çêkirin daxwazname daye îdareyê. A rast ev mafekî wan ê qanûnî ye. Daxwaznameyên wî tên windakirin."    ÛR DI SERÊ WÎ DE YE   Îlker da zanîn ku kurê wê û girtiyên edlî di heman korîdorê de ne û ji ber ku kurê wê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye lazimatiyên wî nadinê û got: "Ez tim dibêjim. Rewşa Ekîm pir cuda ye. Nexweşîna akromegalî ji ber ûrê ye. Ev ûr bûye sedema qelsbûna çavên wî, bûye sedema şekir û zirar daye hemû lebatên wî."    ‘BILA MAFÊ JIYANÊ ASTENG NEKIN'   Îlker destnîşan kir ku bijîşk sûc dikin û axaftina xwe wiha qedand: "Bijîşk girtiyên nexweş ên divê demildest bên berdan dişînin girtîgehê. Ev sûc e. Dibe ku ji nişka ve xeberek nexweş ji Ekîm bê. Dibe ku jiyana xwe ji dest bide. Ji girtîgehan gelek cenaze derketin. Bila cenazeyek din jî derneyê. Demildest mudaxileyeke cerahî divê. Divê li nexweşxaneyê bê dermankirin. Ji bo vê jî Wezareta Dadê demildest divê ji bo berdana Ekîm gavina bavêje. Bila mafê wî yê jiyanê asteng nekin. Girtiyên nexweş demildest divê bên berdan."