Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye 2022-05-26 09:02:20 ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê ku milkê şaredariyê 500 hezar TL ji bihayê wê erzantir firotiye, ji bo stendina ala, poster û flamayan jî milyonek û 550 hezar TL xerc kiriye.  Qeyûmê Şaredariya Êlihê ku Park AVM a Batmanê ya bi 635 milyon TL'yî bi 150 milyon TL'yî firot Şîrketa Anonîm a Golden Park a Serokê AKP'ê yê Êlihê Akîf Gur, di wexteke ku krîza aborî kûr bûye de ji bo stendina poster, flama û alayan pereyekî zêde xerc kiriye. Hûlûsî Şahîn ku di 12'ê Gulanê de bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan tayinî Walîtiya Meletiyê hat kirin, di Kanûna 2021'ê de û di Sibata îsal de 3 îhale çêkirin.    ÎHALEYA JI BO ALAYAN   Rêvebiriya qeyûm di meha Kanûnê de "ji bo stendina alayên destan" 165 hezar TL pere xerc kiriye. Ev îhale bi usûla bazariyê hatiye çêkirin û rêvebiriya qeyûm ew daye Medenî Altûn. Di heman mehê de "ji bo stendina poster û flamayan" îhaleyek din jî hatiye çêkirin. Ev îhale jî bi heman usûlê hatiye çêkirin û qeyûm wê bi milyon û 70 hezar TL'yî daye Şîrketa AV-CAN'ê.    Rêvebiriya qeyûm di meha Sibatê de jî "ji bo stendina poster-alayên ji bo dîregên ronahiyê" jî îhaleyek çêkiriye. Qeyûm vê îhaleyê jî bi 315 hezar TL'yî daye Selman Tûran.    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin anî ziman ku flama, ala û poster ji bo çalakiyên AKP'ê hatine stendin.    Demîr, destnîşan kir ku qeyûm budçeya şaredariyê pêşkêşî alîgiran dikin û got: "Bi van îhaleyên ku didin alîgirên xwe, pereyê gel tê pêşkêşkirin." Demîr anî ziman ku qeyûm şaredariyê di nava deynan de hiştine û bi vî awayî serdemên pêş jî "rehîn" digirin. Demîr got: "Gava Hûlûsî Şahîn wekî qeyûm hat tayinkirin ji dema qeyûmê beriya wî 280 milyon TL deyn hebû. Bi qasî em dizanin ev deyn niha bûye nêzî milyarek TL. Ev deyn ne deynên ku şaredarî wan ji bo karê xwe kiriye. Sedema van deynan ew e ku budçeya şaredariyê ji bo eskeriyeyê, midûriyeta polîsan û geleke sazî û dezgehan û AKP'ê tê xerckirin."    Demîr destnîşan kir ku ev poster, ala û flama ji bo AKP'ê hatine bikaranîn û got: "Wekî di van îhaleyan de jî tê xuyakirin ku ev îhale ne ji bo pêdiviyê, ji bo rantê hatine çêkirin."    MA / Fethî Balaman