Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be 2022-05-26 10:03:07 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê şêniyên gundê Geliyê Gewdan, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser qadên Zap, Avaşîn û Metînayê dan û gotin ku gelê kurd kuştinê naqede û wê serkeftin ya kurdan be. Êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (ODK) li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanêdaye destpêkirin didome. Li gorî çavkaniyên ji herêmê Artêşa Tirk, di êrişan de bi awayekî dijwar çekên kîmyewî bi kar tîne. Li herêma Botanê, welatiyên li gundiyên li ser sînor dijîn, zedetir ji van êrişan bibandor dibin û li dijî êrişan bibertek in. Welatiyên ji gundê Geliyê Gewdan ê navçeya Elkê ya Şirnexê, derbarê êrişê de axivîn û nerînên xwe anîn ziman.      'BILA ÊDÎ XIYANET JI NAV KURDAN DERKEVE'   Hamrî Abî (54) ku birayê wî 4 sal berê li Rojava jiyana xwe ji dest daye û piraniya ferdên malbata wî girtî ne, bi lêv kir ku kurd vê êriş û zilma li dijî xwe qebûl nakin û wiha got: "Me gelek êş û zilm dîtiye. Lê li dijî vê zilm û zordestiyê me xetekê têkoşînê jî ava kiriye. Em şerê li ser Başûr şermezar dikin. Bi salan e xiyanet û êrişek mezin li ser me heye. Bila êdî ev xwîn bê sekinandin û xiyanet ji nav kurdan derkeve. Gere tu kurd piştgiriyê nede dijmin. Nebaş e ku Barzanî bi destê neyaran xwişk û birayên xwe bide kuştin. Tu kurd ne vê efû dike ne jî qebûl dike."   'WÊ SERKEFTIN A KURDAN BE'   Hamrî, di berdewamiya axaftina xwe de bikaranîna çekên kimyewî şermezar kir û ev tişt got: "Dewleta Tirk bi tang, teyare û tifingan êrîş dike lê dîsa jî bi pêş ve naçe. Wê serkeftin ya kurdan be. Hemû gel ji îktîdarê nerazî ye.  Lewma îktîdar ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne ewqas êriş dike. Em hê jî zilmê dibînin lê tevî vê jî em ê berxwedana xwe mezintir bikin. Bi girtin û kuştinê dixwazin me xelas bikin. Lê yek ji me biçe dê şuna wan bi hezaran werin. Em bi girtin û kuştinê naqedin."   'EM LI PEY DOZA XWE NE'   Zemo Acar (58), destnîşan kir ku ew naxwazin xaka Kurdistanê were dagirkirin û wiha axivî: "Zilma ku kurdan dîtiye têra xwe heye. Em jî li pey doz û mafê xwe ne. Bila kurd hev nekujn û hemû kurd dest bidin destê hev. Banga me ew e ku êdî li ser vê xakê xwîn neyê rijandin. Zexta ku li ser me tê kirin ne nû ye û dixwazin çareseriyek were dîtin. Ez banga yekitiyê li kurdan dikim û ji bo kurdan serfiraziyê dixwazim."   'HER ÇAVÊ ME LI TELEVÎZYONÊ YE'    Huzret Abî, diyar kir ku tirs û bêdengî ne çare ye, divê hemû kurd li dijî zilmê û êrişan rabin ser piyan û wiha got: "Wê gelê kurd li dijî van êrişan li ber xwe bide. Kesên ku ranebûne ser piyan jî divê rabin û dengê xwe derbixin. Bila kurd piştiriyê bidin hev. Ji xeynî kurdan tu kes alikariya wan nake. Kurdan tim berxwedan û têkoşînê bilind kiriye. Wê ji niha pê ve jî bilindtir bike. PDK û Tirkiyê bûne birayê hev. Ji ber şer dilê me gelek dişewite. Çavên me li televîzyonê ye. Her rojên me bi fikaran derbas dibe."     ‘Divê dewletên netew nehêlin ku çekên kimyewî were bikaranîn’    Agît Abî jî destnîşan kir ku şerê birakujiyê ne şerê ji rêzê ye û ev tişt got: "Em hemû kurd di qadekê de dijîn. Li Tirkiyey kriz û aloziyek mezin heye. Loma êrîşên xwe yên li dijî Başûr û Rojavayê zêdetir dike. Jixwe sedema krîza wan jî ev êriş in. Divê ev şer û operasyon neyên kirin. Ji van aloziyan hemû gel bibandor dibe. Bikaranîna çekên kimyewî li her derî qedexe ye lê Tirkiyê van çekan bi kar tîne. Pêwîste ku welat li ser vê yeke bisekinin û destûr nedin ku Tirkiyê van çekan bi kar bîne. Bang û peyama min ew e ku divê hemû kes li ser vî şerê dengê xwe derbixe."