Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir 2022-05-26 10:41:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Ertûşî ji peywira xwe îstifa kir.    Li Herêma Kurdistanê, di vê pêvajoya ku li ser enerjiyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de krîz heye de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Ertûşî îstifa kir. Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, derbarê mijarê de daxuyanî da û angaşt kir ku Ertûşî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îstifaya xwe xwestiye û daxwaza wî ji aliyê Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ve hatiye erêkirin.    Ertûşî, di 6'ê çileya 2021'an de li parlamentoyê weke 9'emîn Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin.