Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye 2022-05-26 10:42:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Yekta Eren diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo tesfiyekirina PKK’ê lê ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan in û wiha got: “Li Rojhilata Navîn gelê herî birêxistinkirî û berxwedêr kurd in. Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin. Heke kurd yekitiya xwe ava bikin, nifteya sedsala 21’emîn di destê kurdan de ye.”     Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de hevkariyê dike. Ji ber vê polîtîkaya xwe ya şer jî di raya giştî ya kurd de bi tena serê xwe ma ye. PDK ku ji ber hevkariya xwe ya bi AKP-MHP’ê re di raya giştî ya kurd de weke “xayîn” tê binavkirin, dest bi serdanên dîplomatîk kir. Mesûd Barzanî ku di demên berê de digot; “Ez destûrê nadim şerekî di navbera kurdan de”, li dijî kurdan bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û piştî êrişan jî yekemîn car bi awayeke “veşarî” çû serdana Tehranê û ev serdana wî bû rojev. Rojnameger Yekta Eren têkildarî êrişên li ser herêmê, armancên Tirkiyeyê û serdana “veşarî” ya Barzanî ya li Tehranê bi ajansa me re axivî.    Rojnameger Eren ji ewil bal kişand ser hilbijartinên Iraqê yên di îlona 2021’an de û wiha got: “Hilbijartin, pirsgirêka rewabûnê ye. Di dîroka Iraqê de tu caran tevlibûneke ewqas kêm nebû. Li gel ku bi ser re 9 meh derbas bûn, hêj jî hikûmet nehatiye avakirin. Sedema vê jî astengiyên bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê tên kirin in. Yek ji sedemên wê yên herî mezin jî hilbijartinên serokkomariyê ye. Ji ber ku serokkomar nayê hilbijartin, hikûmet jî nayê avakirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser hilbijartinê ‘şantajê’ li Iraqê dikin. AKP-MHP dixwaze li ser Şengal û Mexmûrê xwe bigihîne sînorên Mîsak-i Mîllî. Ji bilî PDK û tevgerên sunî, hemû hêzên Iraqê li dijî êrişan in. Bi hevkariya PDK’ê re hewldanên Iraqê jî vala derdikevin. Ji ber ku hêzeke kurd ku hêza desthilatdariyê ye, nahêle dengek ji Iraqê derkeve.”    PDK BAREGEHÊN TIRKIYEYÊ DIPARÊZE   Bi domdarî Eren da zanîn ku nêzî 80 baregehên Tirkiyeyê li herêmê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji van baregehan hinek jê yên îstîxbaratê, hinek jê yên êrişan û li hinek baregehan jî hêzên paramîlîter ên li Iraq û Sûriyeyê tên perwerdekirin. Yekemîn care ku Tirkiye ji qadên Başûr ve êrişî PKK’ê dike. Gelemperiya êrişan li Herêma Federal a Kurdistanê tên organîzekirin. Hema hema tevahiya van baregehan di bin kontrola PDK’ê de ne û ew diparêze. Li gel vê jî gelek çalakî hatin kirin û dîmen hatin weşandin. Bi taybet jî di demên dawî de li dijî gerîla çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Beriya niha jî bi kar anîn. Ev yek hate belgekirin.”    ‘JI ŞEREKÎ KLASÎK PIR WÊDETIR E’   Eren, diyar kir ku êrişa berfireh a AKP-PDK’ê ya di 17’ê nîsanê de êrişeke ji rêzê nîne û ev nirxandin kir: “Ji bo AKP-MHP’ê şerê hebûn û nebûnê ye. Lewma êrişeke ewqas dijwar dikin û bi hevkariya NATO’yê dikin. PDK jî bi alîkarî, daxwaz û bi erêkirina NATO’yê piştgiriyê dide. Lewma şerê li Zapê, ji şerekî klasîk pir wêdetir e. Tirkiye dixwaze deverên di Lozanê de winda kirine dîsa bi dest bixe. Ji bo pêkhatina vê jî tevgera azadiyê ya kurdan weke astengiya herî mezin dibîne. Lewma şerekî ewqas giran dike. Her tiştekî xwe bo vî şerî pêşkeş kirine. Ji ber vê jî bo wan ne girîng e bê ka çend leşker mirine yan jî birîndar bûne. Gelek leşkerên hatine kuştin hene ku Serfermandariya Artêşê navên wan nabêje. Kuştina bi hezaran leşkeran dayîne ber çavên xwe. Lewma 24 saetan êriş dikin. Li dijî vê jî berxwedanek heye. Ji ber vê ye ku şerê li Zapê, şerekî dîrokî ye. Hem ji bo kurdan û hem jî bo tirkan dê encamên girîng bi xwe re bîne.”    HEVKARIYA STRATEJÎK    Têkidarî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re jî rojnameger Eren wiha got: “Ji roja damezirandina PKK’ê heta niha PDK bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Ev hevkarî ji sala 2019’an ve çalaktir bû. Di vê çarçoveyê de rêyên hatin û çûnê li ber HPG’iyan girtin, kêmîn danîn û xendekan dikole. Ev ne hevkariyeke taktîkî lê stratejîk e. Çawa ku Tirkiye hebûna xwe li ser tunekirina kurdan bidomîne, PDK jî hebûna xwe di tunekirina tevgerên kurdan de dibîne. Lewma ji bo tunekirina tevgerên kurd serî li her siyaseteke qirêjî dide.”   SERDANÊN MESRÛR BARZANÎ   Di berdewamê de Eren qala serdana Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li Mîrnişiyên Ereban ên Yekbûyî kir û wiha pê de çû: “Rojev, rezervên xazê bû. Du rê hene ku van rezervan bigihînin Ewropayê. Yek Şengal û ya din jî Tirkiye ye. Plana wan wisa ye ku li ser Şengalê bigihînin Behra Spî. Lê bi taybet li ser plana Tirkiyeyê disekinin. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê planê jî PKK ye. Lewma dixwazin PKK’ê tesfiye bikin. Dixwazin çavkaniyên başûrê Kurdistanê pêşkeşî sermayeya cîhanê bikin. Vê yekê jî dixwazin li ser malbatên Barzanî û Erdogan bikin. Heke mirov van êrişan tenê girêdayî tesfiyekirina PKK’ê bike, wê demê kêm dimîne.”    ‘PDK BI TENÊ MA’   Rojnameger Eren, destnîşan kir ku siyaseta Herêma Federal a Kurdistanê li dijî vê yekê helwesta xwe diyar kiriye û wiha berdewam kir: “YNK û şaxên şîeyan dijberiya xwe nîşan dan. Dadgeha Federal biryar da. Lewma malbata Barzanî û desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo tesfiyekirina PKK’ê li hev kirin. Partiyên ıraqî li pey hev daxuyanî dan û bertek nîşan dan. Di serdemeke ku hikûmet tê avakirin de berteke tevgera Sadr, girîng bû. Em dikarin bibêjin ku PDK li herêmê bi tenê ma ye. Di nava kurdan de jî tu kes piştgiriyê nade PDK’ê. Li dijî wê helwestek heye û di nava kurdan tu kes pê re tifaqiyê nake.”    HEWL DIDIN BI KURDAN BIDIN WINDAKIRIN   Eren, da zanîn ku tevgerên şîe dibêjin MOSSAD û MÎT li Hewlêrê rêxistinên çete ava dike û ev tişt anî ziman: “PDK niha ne tenê li dijî PKK’ê şer dike, bi roleke ku ewlehiya neteweyî ya gelê kurd têxe xetereyê de radibe. Îranê li dijî hebûna MOSSAD û MÎT’ê bi moşekan êriş kir. Tevgerên şîe jî gefan dixwin. Li hêla din beşeke mezin a artêşa tirk li Başûr bi cih bûye. Gefê li herêmê dike. Di demeke ku di sedsaliya Lozanê de qala statûyê kirin û li ser sînoran nîqaş tên meşandin de PDK ketiye nava hewldaneke wisa ku kurd sedsala 21’emîn ji her alî ve winda bike.”    SERDANA BARZANÎ YA ÎRANÊ   Di berdewamê de Eren bi bîr xist ku Îran rê nade tu hewldanên ku gefê li ewlehiya wê ya neteweyî dixwe û wiha derbirî: “Îranê êrişa xwe ya bi moşekan a duyemîn jî li dijî deverên neftê yên Koma Kar a girêdayî Tirkiyeyê. Îran, peymana xazê ya bi Tirkiyeyê re weke xeniqandina xwe dibîne. Lewma jî bi van êrişan bersivê dide PDK’ê. Li hêla din biryara Dadgeha Federal heye ku firotina neftê ya PDK’ê dide sekinandin. Serdana Mesûd Barzanî jî girêdayî vê bû. Hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla Dadgeha Federal ve Îranê PDK dorpêç kiriye. Tam di rewşeke wiha de hem Mesûd Barzanî û hem jî namzetê serokkomariyê yê PDK’ê Rêber Ahmet çûn serdana Tehranê. Îranê peyam da ku dê peymana xazê qebûl neke û dê bergiriyên dîplomatîk û leşkerî bigire. Her wiha bi rêyên ne dîplomatîk ve ji Mesûd Barzanî re got ku dê ji ber dahatên winda yên neftê yên PDK’ê were li Dadgeha Federal bê darizandin.”    NIFTE DI DESTÊ KURDAN DE YE    Rojnameger Yekta Eren axaftina xwe wiha qedand: “Dema em li van geşedanan dinihêrin, dibînin ku gelek planên qirêjî yên van hêzên dij-civakî li dijî kurdan tên kirin. Yekemîn care ku kurd bi awayekî rêxinkirî derbasî astekî dibin. Li Rojhilata Navîn gelê herî zêde birêxistinkirî, yê herî çalak û berxwedêr, kurd in. Hem li Rojava û hem jî li Bakur û Başûr li ser pêya ne. Jiyaneke nû li Rojava aj dide. Heke kurd yekitiya xwe ava bikin, nifteya sedsala 21’emîn di destê kurdan de ye.”    MA / Ahmet Kanbal