Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye 2022-05-26 11:14:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Plansaziya Tirkiyeyê yên li herêma Heftanînê didome li hev nayê û di şerê bi rojane berdewam dike de, dibe sedema aloziya di navbera leşker û cerdavanan de. Hin cerdevan diyar kirin ku di navbera wan û leşkeran de bêbawerî çêbûye û gotin tu taqeta wan nemaye.  Şerê ku Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên başûrê Kurdistanê bi awayekî berfireh dabû destpêkirin her ku diçe girantir dibe. Plansaziya artêşa Tirkiyeyê ya li Zap, Metîna û Avaşînê di 30'ê nîsanê de li Çiyayê Cûdiyê bi kuştina 8 leşkeran xera bû. Plana B'yê ya leşkeran bi asêmayîna li Zapê û di operasyonên li Cûdî, Gabar û Bestayê dabûn destpêkirin de, bi kuştina gelek leşkeran serobin bû.    TIRS BÊBAWERIYÊ AVA DIKE    Cerdevanê ku ji navçeya Qilebana Şirnexê dişînin ser sînorê Heftanînê diyar kir ku kuştinên her roj diqewimin di navbera leşker û cerdewanan de bêbaweriyê kûrtir dike. Cerdevanan anî ziman ku ew tim bi leşkeran re dikevin nav nîqaşan û ji bo rewşa ew tê de ne wiha gotin: "Di şerên derdikevin de em tim li pêş dimeşin û dema ku PKK'î êriş dikin me, cerdevanan nakujin bêhtir leşkeran dikujin. Dema ku tenê leşker têne kuştin li me hêrs dibin û ji me re dibêjin 'Çima li we naxin'. Em berê bi cilên sivîl diçûn operasyonan û di demên dawî de tim cilên leşkerî li me dikin."   BAWERIYA WAN BI HEV NAYÊ    Cerdevanan bi lêv kir ku ji bo kontrolkirina herêman li herî pêş ew diçin û ev tişt gotin: "Nêzî 100-150 metreyan li pey me disekinin lê dema ku pevçûn derdikevin ji bo ku kuştinan ji me veşêrin, ji me re dibêjin 'cerdevan kuştinan eşkere' dikin me ji qada pevçûnê dûr dixin. Ne em baweriya xwe bi wan tînin ne jî ew ji me bawer dikin."    TAQETA WAN NEMAYE    Cerdevanan destnişan kir ku ji ber şerê dijwar hatine ber asta dest ji berdana çekan û got: "Çawişên pispor direvin, yên dimînin jî li rêya revê digerin. Dema ku pevçûn dijwar bûn gelek çawişên pispor destûra xwe xwestin, çûn û êdî venegeriyan. Ji ber ku yên destûr xwestine venegerin ji yên mayî re jî destûr nayê dayîn."