Kujerê Pinar Kizil hat girtin 2022-05-26 11:38:14   ÎDIR - Li Îdirê, kujerê Pinar Kizil Mahsûn Abakay hat girtin.    Kujer Mahsûn Abakay ku li taxa Karaagaç a Îdirê jina ciwan Pinar Kizil (24) kuştibû û bi 3 hevalên xwe re hatibû binçavkirin, îro serê sibehê sewqî dadgehê hatin kirin. Abakay ji aliyê Dadgeriya Ceza Silhê ya Îdîrê ve hat girtin û her sê hevalên wî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.