Firotina Batman Park AVM hat betalkirin 2022-05-26 11:38:36   ÊLIH - Firotina neguhêzbara herî mezin a Şaredariya Êlihê Batman Park AVM ku beriya çend rojan pêk hatibû, hat betalkirin.    Neguhêzbara herî mezin a Şaredariya Êlihê Batman Park AVM'ê, beriya çend rojan gelekî kêmî nirxê xwe ji bo Şirketa Goolden Park ku Serokê AKP'ê yê Bajar ê Êlihê Akîf Gur jî di rêveberiya wê de cih digire hatibû firotin. Firotina Batman Park AVM'ê hat betalkirin. Şaredariyê, derbarê betalkirina biryara firotinê de li ser hesabê xwe yê twîtterê ev daxuyanî da: "Îhaleya firotina ersaya Batman Park AVM'ê ku di 23.05.2022'an de pêk hatibû, di encama nirxandina ku hat kirin de hatiye betalkirin."   Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Êlihê, ji bo Batman Park AVM'ê 635 milyon û 375 hezar TL nirx diyar kiribû, lê şaredariyê wê bi 150 milyon TL'yî firotibû.