Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir 2022-05-26 12:13:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Bûrsayê bi hêceta “cemaweriya ewlehiyê” konsera Mem Ararat û Şaredariya Bûrsaye jî konsera Aynûr Dogan qedexe kir.  Hunermend Mem Ararat dê di 29’ê gulanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Bûrsa Merinos Ataturk de konser bida. Walîtiya Bûrsayê bi hêceta “cemaweriya ewlehiyê” konsera Ararat qedexe kir.    Mem Ararat li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal biryara qedexekirina konserê ya Walîtiyê ragihand.    Zîz Muzîk ku konserên Ararat organîze dike têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da.   Daxuyanî wiha ye:   “Di van rojên ku astengiyên li pêşiya muzîk û hunerê didome de, konsera Mem Ararat a ku dê di 29’ê gulanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Bûrsa Merinos Ataturk bida, ji aliyê Walîtiya Bûrsayê ve bi hêceta ‘cemaweriya ewlehiyê’ hatiye betalkirin. Sê roj ji konserê re mabû, hemû amadekariyên me temam bûbûn. Hemû bilêt hatibûn firotin. Biryara betalkirina konsera me vê sibehê gihîşt ber destê me.    MUZÎK JIYANA AZAD E    Muzîk hezkirin e û azadiya jiyanek bi hev re zêdetir dike. Lê em gelek xemgîn in ku di rojên dawî de gelek konser tên betalkirin. Biryarên tên girtin li ser navê civakê xeternak in.    Em ê bi her zimanî stranên xwe bêjin. Em ê hezkirina xwe bi huner û muzîkê mezintir bikin. Em ê bi hezkirin pêşwazî bikin.”    AYNÛR DOGAN Li aliyê din konsera hunermend Aynûr Dogan ku dê di 31’ê gulanê de li Parka Servekirî ya Çandê ya Bûrsayê bida, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê ve hat qedexekirin.