Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê 2022-05-26 12:20:11   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev tişt got: "Em dozgerên dewletê vedixwînin heqî û edaletê."   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjin û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamanterê AKP'ê yê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin di 9'ê adara 2021'an de bi kurê Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê dabû destpekrin, di roja 444'an de didome.    Malbat, di saetên serê sibehê de ji navçeya Pîrsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.    BANGA LI WEZARETA DADÊ    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabê Wezareta Dadê etîket kir û bi etîketa "Em sebr nakin" ev peyam parve kir: "Li ber Edliyeya Rihayê bêedaletiyeke mezin heye. Herkes vê dibîne û dizane. Em dozgerên dewletê vedixwînin heqî û edaletê. Em mafê xwe dixwazin."