Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand 2022-05-26 13:25:10   STENBOL - Şaredariya Esenler, Turbeya Dayika Meryem ku ji aliyê Elewiyên Abdal ve pîroz tê qebûlkirin hilweşand.    Şaredariya Esenlerê ya AKP’î bi hinceta “veguherandina bajêr” Turbeya Dayika Meryem ku Elewiyên Abdal pîroz qebûl dikin û meqamê wan ê serdanê ye hilweşand. Di navbera polîsan û kesên xwestin asteng bikin de gengeşî derket.    Dîroknas û Perwerdekar Vedat Kara yê bi xebatên xwe yên ser elewiyan tê zanîn li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal li ser hilweşînê ev tişt nivîsandin: “Turbeya Dayika Meryem a ji aliyê Elewiyên Abdal ve li Esenlerê pîroz tê dîtin, danê sibehê ji aliyê Şaredariya Esenlerê ve di bin kontrola polîsan de hat hilweşandin. Polîsan mudaxileyî welatiyên ku xwestin pêşî li hilweşandinê bigirin kirin. Ebdal sekinandina xwe ya li ser turbeyê didomînin.”