Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê 2022-05-26 14:44:42   AMED - Malbatên girtiyan ên çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Amedê didomînin, bang li hemû sazî û partiyên siyasî kirin ku ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê û diyar kirin ku naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin, li Amedê dane destpêkirin bênavber didome. Malbat îro li ber Edliyeya Amedê li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re yên Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya 78’an di çalakiye de amade bûn.   Di daxuyaniyê de ewilî yek ji malbatên girtiyan Fevziye Kolakan axivî. Kolakan bi lêv kir ku tevî cezayê zarok û girtiyên wan diqede jî nayên berdan û wiha got: “Em kurd in wekheviyê dixwazin, em hevî dikin ku destên xwe deynin ser wijdana xwe û nexweşên me berdin. Em naxwazin dilê tu dayikan bieşe. Hewceye ku zarokên xwe bînin ber çavê xwe. Em çend meh in di nobetê de ne. Ne heyf e. Tevî ku ez emeliyat jî bûm, di nobetê de ne. Dest ji vê zilmê berdin. Em edaletê dixwazin.”   ‘HEWCEYE KU EM NEBIN HEVKARÊ VÎ SÛCÎ’   Pişt re yek ji xizma girtiyan Herdem Merwanî axivî. Merwanî, bang li hemû sazî û partiyên siyasî kir ku ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerêkî û wiha got: “Ji bo ku girtiyên me bên berdan em her roj qîr dikin. Di heman demê de dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Em dibêjin bila di qanûnên xwe de wekehev nêzikî girtiyên me bibin. Lê bele weke ku tê zanîn hêj jî darbest ji zindanan derdikevin. Şûna  çareseriyê ji me re darbestan dişînin. Ev darbest jî tê vê wateyê ku girtiyên me hêj jî di nava xetereyekî de ne. Wek malbatan em ne li malên xwe ne jî li derve ne rehet in. Hewceye ku em nebin hevkarê vî sûcî. Heke siyaseta vî welatî samîmî be bila bikevin nav hewldanekî û çareseriyekê bibînin. Bila girtiyên me ji bo hilbijartinê weke amûr bikarneînin.”   Çalaki bi berzkirina dirûşmeyên “Heq hiqûq edalet” , “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan bi dawî bû.