‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’ 2022-05-26 15:07:47   STENBOL - Endama Koordînasyona DÎB’ê Aylîn Hacaloglu ku piştgirî da Nobeta Edaletê diyar kir ku desthilatdarî hewl dide civakê mehkûm bike û wiha got: “Ji bo heq, hiqûq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar, tu rêyeke din li pêşiya me nîne.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya hiqûqnasan a li pêşiya Deriyê C ê Edliyeya Stenbolê ku li Çaglayanê ye, berdewam dike. Çalakvanan bertek nîşanî biryara Doza Geziyê dan. Di çalakiyê de pankarta “Edalet ji bo her kesî” hatibû vekirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy û endamên Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) û Piştevaniya Fatîhê piştgirî dan.    Di çalakiyê de Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Odeya Endezyaran a Buyukkentê Ozden Kaya anî ziman ku Gezî, têkoşîna girseyî ya bajêr bû û wiha got: “Me careke din fêm kir ku parastina bajêr, parastina hawirdor, hafize, edalet, hiqûq û mafên mirovan e. Parastina hêşinahiyê, parastina jiyanê ye. Xwedîderketina li Geziyê didome. Ev xwedîderketina civakî ya ji bo parastina parka Geziyê, berdewam e. Hewayê hêviyê yê li nava darên Geziyê digere, xwe digihîne Sîlîvrî û Bakirkoyê. Hevalên me yên ku li gelek deveran li dijî bêedaletiyê derketin, bi mebesta cezakirina berxwedana Parka Geziyê hatin darizandin û girtin. Divê hevalên me bên berdan û heta tên berdan jî dê têkoşîna me bidome.”    ‘RÊYEKE DIN NÎNE’   Endama Koordînasyona DÎB’ê Aylîn Hacaloglu jî bal kişand ser cezayên di Doza Geziyê de, hewldanên ji bo girtina HDP’ê û sepanên derhiqûqî yên li dijî Canan Kaftancioglu ya CHP’î û wiha axivî: “Ev rewş, encama kontrola desthilatdariyê ya li ser darazê ye. Civak tê mehkûmkirin. Ji bo heq, hiqûq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne.”