Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan 2022-05-26 16:32:16 ÊLIH / SEMSÛR - Li Êlihê 5 kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan û li Semsûrê jî 3 kes hatin girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, lêpirsîneke dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de di 23'ê gulanê de li Êlihê 5 kes hatibûn binçavkirin. Her pênç kesên ku hatibûn binçavkirin, îro piştî li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Êlihê îfadeyên wan hatin girtin, bi sûcdariya "piştgiriya rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê her pênç kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.     SEMSÛR   Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê jî lêpirsînek daye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de polisan di 24'ê gulanê de li taxa Tolmaz a navenda Semsûrê polisan bi ser malan de girtine û welatî Hasan Sungu û Alî Erturk binçav kirine. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li gundê Xaçowa yê navçeya Battalgazî ya Meletî jî cendirmeya bi ser mala Riza Çîçek de girtiye û ew binçav kirine. Her sê kes jî piştî îfadeyên xwe yên li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Semsûrê sewqî dadgehê hatin kirin û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.