Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin 2022-05-26 19:32:02   ŞIRNEX - Cenazeyê siyasetmedar Zekî Çelebî ku li Silmaniyê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû ber bi Wanê ve hat birêkirin.    Ji bo siyasetmedar Zekî Çelebî ku di 17'ê Gulanê de li bajarê Silmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, di 22'yê Gulanê de li Silêmaniyê merasîma cenaze hatibû lidarxistin. Piştî merasîmê cenaze ber bi warê wî Wanê ve hatibû birêkirin. Cenazeyê Çelebî di 23'yê Gulanê de bi şev di Deriyê Sînor ê Xabûrê re gihaştibû Silopiyayê û ji wê çaxê ve cenaze ji bo otopsiyê 3 li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû sekinandin. Îro piştî otopsî hat kirin malbata Çelebî, Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan û Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêxistinên HDP'ê yên bajêr û navçeyan cenaze wergirtin û ber bi Wanê ve bi rê kirin.    Her wiha hat diyarkirin ku tabûta ku cenazeyê Çelebî tê de hatiye dizîn.    Cenazeyê Çelebî dê li Goristana Selîm Bey a li navenda Wanê bê veşartin.