Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin 2022-05-26 19:47:31     ENQERE –  Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî yên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatibûn şandin û AYM'ê jî ew qebûl kiribûn, hatin teblîxkirin.    Di Doza Girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de delîlên pêvekî yên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatibûn şandin û ji aliyê Desteya Giştî ya Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve hatibûn qebûlkirin, hatin teblîxkirin.    Delîlên pêvekî yên di 12'ê Gulanê de ji aliyê Desteya Giştî ya AYM'ê ve hatibûn qebûlkirin, îro teblîxî Navenda Giştî ya HDP'ê hatin kirin.    Hat hînbûn ku di nava van delîlên pêvekî de fezlekeya têkildarî betalkirina parêzbendiya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel û parlementerê berê Behcet Yildirim de jî di nava van delîlên pêvekî de ye.    Piştî vekolandina delîlên pêvekî HDP dê parêznameyeke pêvekî berpêşî AYM'ê bike.    AYM'ê ji bo beyana derbarê delîlên pêvekî de 30 roj muhlet dabû.