Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin 2022-05-26 21:34:19     NAVENDA NÛÇEYAN - SÎHA'yek Tirkiyeyê li herêma Bamernê bombe bi ser sivîlan de barandin. Di bombeberanê de 2 zarok hatin qetilkirin.    Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin Amûra Hewayî ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) a Tirkiyeyê li gundê Ziweser a herêma Bamernê ya Herêma Kurdistana Federe bombe bi ser sivîlan de barandine.    Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de di êrişa Tirkiyeyê de 2 zarokên temenê wan 6-7 salî hatine qetilkirin. Her wiha hatiye ragihandin ku di êrişê de çend kes jî birîndar bûne lê nehatiye hînbûn bê ka çend kes birîndar bûne.