Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê 2022-05-26 23:41:52   STENBOL - Di binçavan de îşkence li dayikên girtiyan hat kirin. Fînce Akman û Songul Îlkerê piştî îfadeyê birin nexweşxaneyê.    Fînce Akman, Kûmrî Akgul, Zeynep Calihan û Songul Îlker di dema Nobeda Edaletê de ya li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Dayikên ku hatin binçavkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kagithaneyê. Dayikên girtiyan li vir rapor wergirtin û paşê polîsan ew birin Qereqola Polîsan a li Çaglayanê. Dayik piştî îfadeyê hatin berdan.   Li gor agahiyên ku parêzaran ragihandin Akman û Îlker di binçavan de bi tahdeya fizîkî re rû bo rû mane. Parêzeran anî ziman ku di wesayîta binçavkirinê de jî li dayikan hatiye xistin û ji ber îşkenceyê Akman di hundirê wesayîtê de ji ser hişê xwe çûye. Gava Îlker hewl daye pêşî li ber îşkenceyê bigire polîsan ew dahf daye û serê wê li devereke wesayîtê ketiye. Parêzeran got, paşê destên dayikan ji paş de hatine kelemçekirin.    Hat destnîşankirin ku piştî îfadeyê Îlker a ji serê xwe derb xwariye birine Nexweşxaneya Okmeydaniyê û Akman jî birine nexweşxaneyek navçeya Kartalê.