Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê 2022-05-26 23:54:18   ENQERE - MGK a ku di bin serokatiya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de civiya, êrişên dersînor parastin û daxuyand ku ew ê êrişên nû bidin destpêkirin.    Lijneya Mîllî ya Tirk (MGK) di bin serokatiya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de civiya. Di civîn de ku nêzî 3 saetan berdewam kir, belavoka ku ji 7 xalan pêk tê weşand. Di belavoka hat weşandin de hat gotin ku êrişên li Başûrê Kurdistanê dê bidomin û dê êrişên nû bidin destpêkirin.    Belavoka ku ji hêla MGK'ê ve hat weşandin wiha ye:    “1- Di serî de derbarê PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DAÎŞ rêxistinên terorê û operasyonên li hemberî hemû cure taluke û gefên li ser hebûn, yekîtî û yekîtiya mîlî ya me, çi ji derve û çi jî li hundir, bi biryarî û serkeftî tên meşandin de agahî hatine dayîn û tevdîrên bên girtin hatine nîqaşkirin.    2- Hereketên ji bo gefa terorê li ser sînorên me yên Başûr tên xwarin ji holê bêne rakirin hatiye destpêkirin û yên bên domandin, yekîtiya xaka cîranên me hedef nayê girtin, hatiye ragihandin ku ev hewcedariyeke ji bo ewlehiya mîlî ye. Her wiha dê fêdeyê bide huzur û ewlehiya cîranê me jî.    3- Tirkiyeya ku li gorî rêgezên hiqûqê û bi ruhê mutefîkiya her daîm, bi berpirsyariya tifaq û saziyên navneteweyî tev digere û heman berpirsyatî û samimiyetê ji mutefîkên xwe jî dixwaze. Welatên ku bi aşkerayî û piştevaniya terorîzmê dikin û hiqûqa navneteweyî binpê dikin divê dest ji vê helwest û nêzîkatiya xwe berdin û bang wan dikin ku hesasiyeta ewlehiya Tirkiyeyê di ber çavan de derbas bikin.    4- Ji bo şerê di navbera Ukrayna û Rusyayê de bê rawestandin û rêya çareseriya aştiyane bê vekirin, bêyî ku dem derbas bibe divê agirbesteke berfireh were îlankirin. Çareseriyeke di çarçoveya serwerî û yekîtiya xaka Ukraynayê de pêk were dê rê li ber aştiyeke li herêma me veke.    KRÎZA YEWNANISTANÊ    5- Yewnanistana ku hiqûqa navneteweyî û peymanên alîgirê wê ye binpê dike, li Derya Egeyê bi zêdebûna çalakiyên zêrandinê û hewldanên wê yên ji bo îstîsmarkirina feraseta hevkariyê yê tifaqan hatine nîqaşkirin û hat destnîşankirin ku hewldana me ya di mijara parastina maf û berjewendiya mîletê me bi biryarî û bêyî tawîzê bidin dê bidome.    6- Di demên dawî de li hin welatan dijminatiya li hemberî îslamê zêde bûye û ev jî me dixe nava fikaran. Em ê çavên xwe ji şewitandina Qurana Kerîm û êrîşên li ser welatiyên me negirin û ji bo astengkirina wê berpirsyariya dikeve ser milê me hatiye bibîranîn.    7- Li ser girîngiya îstîkrara li Lîbyayê derketiye holê û gavên ji bo parastina yekîtiya xaka wê û cereke din pevçûn destpê nekin hatine avêtin, hat rawestandin, li gorî bendewariya gel û li ser bingeha lihevkirinê hilbijartineke adîl û azad were çêkirin, hatiye teyîdkirin.”