ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-27 09:00:10   * Dayikên Roboskiyê diyar kirin ku kengê balafirên F-16 di ser gundê wan re derbas bibin ew komkujiyê dubare dijîn û gotin: “Zarokên me qetil kirin û niha jî Zap, Avaşîn û Metînayê bombebaran dikin. Êdî bes e."    * Waniyan destnîşan kir ku desthilata AKP'ê çavkaniyên welêt di şerê li dijî kurdan de xerc dike û got: "Desthilat ji dêvla ku bombeyan distîne bila krîza aborî hel bike."   * Parêzera OHD’î Halîse Dakali diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veguheriye “tecrîdeke girankirî” û wiha got: “Mirov dikare tecrîda li ser Îmraliyê weke ev sed sal in tecrîdkirina gelê kurd a li Rojhilata Navîn jî binirxîne.”    * Li Pasûrê hilberînerên kurmên hevrîşimê diyar kirin ku ji ber mesrefa zêde hindik maye dest ji vî karî berdin.    * Li Mêrdînê avahiya ku dijî tevna dîrokî ya bajêr e û ruxseta wê ya xebitandinê tune ye çendî 3 caran hatiye mohrkirin û li herêma afetê ye jî, dest bi kar kir.    * 7 partî û rêxistinên bi bangawaziya HDP'ê li hev kom bûn, di çarçoveya amadekariyên têkoşîna hevpar de amadekariya belavkirina "Belgeya Demokrasiyê" dikin. Dê di çalakiyê de gazî gelên Tirkiyeyê bê kirin: "Em pêşeroja Tirkiyeyê bi hev re biguherînin."    * Gulnaz Kiliç ku 12 sal in ji bo keça xwe Husna Kiliç a di Girtîgeha Kandirayê de diçe girtîgehê, diyar kir ku dê li dijî çewisandinan dest ji berxwedanê bernedin û got: "Em kurd in, em serî natewînin."    * Jinên bêrîvan ku bal kişandin ser êrîşên Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku ji ber êrîşan ew nikarin bi rehetî derbasî zozanan bibin û diyar kirin ku divê hemû kurd li dijî êrîş û xiyaneta li dijî kurdan bibin yek.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 445'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza parêzer Newroz Uysal dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Li Îzmîr, Stenbol û Mêrsînê dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş û rewşa  girtîgehan de daxuyanî bên dayîn. (11.00-13.00)   * 7 pêkhateyên ku li ser banga HDP'ê kampanya "Em ê tişta ku heqê me ye bigirin" dane destpêkirin dê li Meydana Bakirkoyê stant veke. (17.00)   * Meclisa Çand û Hunerê ya HDK'a Îzmîrê dê li Kulturparka Îzmîrê konser li dar bixe. (19.00)