Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike 2022-05-27 09:01:32   WAN - Waniyan destnîşan kir ku desthilata AKP'ê çavkaniyên welêt di şerê li dijî kurdan de xerc dike û got: "Desthilat ji dêvla ku bombeyan distîne bila krîza aborî hel bike."    Şerê ku desthilata AKP'ê bi hevkariya PDK'ê daye destpêkirin her diçe krîza aborî kûrtir dike. Waniyan bal kişand ser pereyên ji bo şer tên xerckirin û gotin: "Desthilat ji dêvla ku bombeyan distîne bila krîza aborî hel bike."  ‘JI ME DISTÎNE PÊ BOMBEYAN DIKIRE'   Hesin Erkol destnîşan kir ku AKP dijberê kurdan e û got: "Ji ber krîza aborî mirov perîşan bûne. Em gel perîşan bûne. Êdî em nikarin biçin çarşiyê jî. Ji ber krîza aborî em neçar bûne. Desthilat ji dêvla ku rewşa vî gelî baş bike ketiye etra gurkirina şer. Ji me distîne pê çekan dikire û van çekan li hemberî gelê kurd bi kar tîne. Em vê yekê şermezar dikin û qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin, bes bila xwîn nerije. Bila mirov bi awayekî aram û wekhev bijîn. Ev desthilat êdî divê çavkaniyên vî welatî ne ji bo şer, ji bo aramiya mirovan bi kar bîne."    Ahmet Gorur jî bilêv kir ku desthilat çavkaniyên welêt ji bo şer bi kar tîne û ev yek bûye cihê krîzeke mezin û wiha axivî: "Êdî em bi zorê nan dikirin. Em nikarin kîloyek goşt bikirin. Sedema hemû pirsgirêkan desthilata heyî ye. Bi baca ku ji gel distîne çekan distîne û li hemberî gelê kurd bi kar tîne. Em vê yekê şermezar dikin. Bes e, bila çavkaniyên welêt ji bo şer xerc nekin. Bila meseleya kurdî êdî çareser bibe. Ger meseleya kurdî çareser bibe dê hemû mesele hel bibin."    ‘BILA ŞER BI DAWÎ BIBE'   Huseyîn Ozalp jî xwest budçe ne ji bo şer ji bo aramiya gel bê terxankirin û wiha got: "Par 5 kîlo şekir bi 25 TL'yan bû, niha bûye 115 TL. Krîza aborî êdî heya ber qirikê hatiye. Ji ber bihabûna fiyetên mazot û benzînê kes nikare wesayîta xwe bişixulîne. Em cotkar êdî nikarin bixebitin. Em nikarin erdê xwe bajon. Bi bacên ku ji me distînin pê tanq û topan dikirin û bera mirovên me didin. Em dixwazin budçe ne ji bo şer ji bo gel bê terxankirin. Êdî divê ev şer bi dawî bibe û bila aramî bê welêt."    ‘JI DÊVLA BOMBEYAN DIKIRIN BILA ABORIYÊ HEL BIKIN'   Abdûlmuttalîp Ornek jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Tirkiye ji dêvla ku pereyan dide bi bombeyan bila krîza aborî hel bike. Ên herî zêde bandorê ji vî şerî digire gel e. Em piştgiriya vî şerî nakin. Pereyê ji bo şer tê xerckirin têra tevahiya mirovên welêt dike. Êdî bes e! Em şer naxwazin. Heya şer hebe dê krîz kûrtir bibe. Zarokên min goşt xwestine lê ez nikarim bikirim. Kîloya goştê mirîşkan jî bûye 40 TL! Mirov perîşan bûne. Demildest divê dawî li vî şerî bê û çareyek ji krîza aborî re bê dîtin."    ‘DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN'   Yûsûf Peker jî destnîşan kir ku desthilata AKP'ê welêt ber bi kareseteke mezin ve biriye û got: "Em welatî êdî nikarin zebze, goşt û nan bikirin. Evana welêt ber bi karesetekê ve birine. Bila çareyekê peyde bikin, yan na bila îstifa bikin. Ev hê rojên me yên xweş in, rojên xirabtir li benda me ne. Bila ev desthilat biçe, bila kesên edaletparêz vî welatî bi rê ve bibin. Dawî li vê zilmê bînin êdî!"    ‘MADEM NIKARIN BILA DEV JÊ BERDIN'   Alî Ozyen jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên çewt ên desthilatê gel perîşan bûye û êdî hew deyax dikin û wiha axivî: "Êdî em nikarin zebze bikirin. Kîloya firingiyan bûye 20 TL. Em gel perîşan bûne, lê ne xema desthilatê ye. Desthilata AKP'ê zengîna zengîntir, feqîran feqîrtir dike. Ev çi dewlet e? Ev çi polîtîka ye? Desthilat madem nikare hel bike, nexwe demildest divê îstifa bike."    MA / Hakan Yalçin