Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin 2022-05-27 10:24:35 ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku dê hemû pirsgirêkan di konferansa “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê” de nîqaş bikin û wiha got: “Armanca me ew e ku nîqaşan bikin, pêşniyarên çareseriyê bibînin û dest bi rêya xwe bikin.”  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) dê sibe li Stenbolê konferansa “Li Dijî Siyaseta Şer Mafê Aştiyê” li dar bixin. Ji hundir û derveyî welat gelek kes dê beşdarî konferansê bibin. Di konferansê de dê di bin sernavên “Tecrîd, hiqûq û polîtîka”, “Siyaseta Înfazkirina Cezayan û Mafê Hêviyê” û “Ji hêla Hiqûqî û Siyasî ve Mafê Aştiyê” de sê rûniştin bên kirin. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê û Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan Nûray Çevîrmen têkildarî konferansê axivî.    Nûray Çevîrmen anî ziman ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê, li seranserî girtîgehên Tirkiyeyê polîtîkayeke giran a tecrîdê heye û wiha got: “Bandora vê li gelek qadan dike. Ji ber polîtîkayên şer û ewlekariyê, hemû mafên bingehîn tên paşguhkirin. Lewma eleqeya tecrîd û şer bi hev ve heye. Ji ber vê jî hewcehî bi konferanseke wiha hebû. Pergaleke girtîgehê ya wisa heye ku ji şewitandina înfazan heta tunekirina mafê hêviyê, gelek pirsgirêkan di nava xwe de dihewîne. Ceza di nava ceza de tê dayîn. Jixwe li ser Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Ji 2019’an ve jî hevdîtina parêzer û malbatê hatiye qedexekirin. Mafekî qanûnî ye lê bi hincetên cuda tê astengkirin. Em ê van mijaran nîqaş bikin.”     GIRTIYÊN NEXWEŞ    Çevîrmen, destnîşan kir ku dê rewşa girtiyên nexweş jî nîqaş bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi rastî jî rewşa wan rewşeke trajîk e.  Tevî hemû hewldanên me jî ev pirsgirêk çareser nebû. Piştî van mijaran, em ê di rûniştina dawî de mafê aştiyê nîqaş bikin.  Pirsgirêka kurd û rêyên çareseriyê, tecrûbeyên hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd em ê li wir vebêjin. Piştre jî dê li dijî siyaseta tecrîdê, lêgerînên bo aştiyê bên nîqaşkirin. Hemû mijar dê girêdayî hev bin. Siyaseta tecrîdê têkiliya xwe bi polîtîkaya ewlekarî û şer re heye. Pirsgirêkên li girtîgehan ku rê li ber encamên trajîk vedikin. Polîtîkaya şer a niha li welêt serdest ku dibe sedema binpêkirina hemû mafên bingehîn û azadiyan. Em temamiya van mijaran nîqaş bikin, rêyên çareseriyê peyda bikin û wisa dest bi rêya xwe bikin. Piştî konferansê jî dê çendek xebatên me bidomin. Em ê bi saziyên serbixwe û yên din re li ser bingeha aştiyê bi girtîgehan re xebatan bikin.”