Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin 2022-05-27 10:28:27 WAN - Cenazeyê siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî ku di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin, li Wanê hate veşartin.  Cenazeyê siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî ku di êrişeke çekdarî de di 17’ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin, ber bi serê sibê ve anîn Wanê û di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Polîsan hemû ketin û derketinên Goristana Selîmbey ku cenaze lê hate veşartin ji êvarî ve hate dorpêçkirin. Polîsan cenazeyê ku anîn, di ketina bajêr de sekinandin û tevî 15 ferdên malbatê bir goristanê.    GIRSE NEBIRIN GORISTANÊ   Rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Mehmet Siddik Taş, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li bajêr, ferdên malbata Çelebî û gelek kes ji bo tev li merasima cenaze bibin hatin gelhev. Polîsan kesên ku xwestin tev li merasima cenaze bibin asteng kirin. Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî helwesta polîsan dan.    ‘HÛN HEVKARÊ CÎNAYETÊ NE’   Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç ê bi awayekî tund bertek nîşanî polîsan dan wiha got: “Hûn li vir hem min hem jî gel asteng dikin. Veşartina cenaze mafekî herî xwezayî ye. Tişteke wisa di kîjan olî de derbas dibe. Ji xwe ji aliyê hiqûqî hûn sûc dikin, niha jî ji aliyê olî ve hûn sûc dikin. Hûn gelê kurd dikujin, pişt re zilmê li miriyê wan jî dikin. Em vê zilmê qet qebûl nakin, em ê vê kiryara w eli navenda sûkê bi girseyeke mezin şermezar bikin. Elbet ji ber hûn hevkarên vê cînayetê ne. Li welatê di cîhanê de herî faşîst jî ev pêkanîn nîne. Hûn li vir zilmê li gelê kurd dikin.”   ‘HÛN ÎTÎRAF DIKIN KU WE KUŞTÎ YE’   Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan jî bertekeke tund nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Li vir eşkiyatî tê kirin. Hûn ewlehiya çi digirin. Heke SADAT, JÎTEM û MÎT’ê ev cinayet ne kiribe wê demê hûn ê destûr bidin em tev li merasîma cenaze bibin. Hûn bi vê pêkanîna xwe îtîraf dikin ku we Çelebî kuştiye. Hûn sûc dikin. Qet mirovahî û wijdana we tune ye.” Parlamenterê HDP’ê Mehmet Siddik Taş jî xwest ku hinceta qedexekirina merasîmê nîşanî wan bidin û got: “Hûn nikarin sedema qedexeya liv ir jî nîşan bidin. Ev yek li dijî makeqanûnê ye. Kî bikuje ew asteng dike.”   MUDAXILEYÎ GIRSEYÊ KIRIN   Piştî niqaşan di nava welatiyên ku xwestin bikevin goristanê û polîsan de gengeşî derket. Polîsên ku deriyê goristanê girtin mudaxileyî girseyê kirin. Welatiyan, mudaxileya polîsan bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” şermezar kirin.    MALBATA ÇELEBÎ BERTEK NÎŞAN DAN   Malbata ku di bin dorpêça polîsan de cenazeyê Çelebî veşart, hat li qada ku girse lê disekinî û daxuyanî da. Kekê Çelebî, Fevzî Çelebî axivî û wiha got: “Birayê min 13 sal bûn li sirgunê dijiya. Me xwest bînin ser axa ku jê dayik bûyî, lê destûr nedan ku em cenazeyê wî jî veşêrin. Ev ne zilm e çi ye? Polîs tê cem min û dibêje ‘devê xwe neveke’. Ev ji zilmê zêdetir tiştekî din nîne, em vê rewşê qebûl nakin. Divê dewlet dev ji vê hişmendiya xwe berde. Şûna ku dewlet kujeran bibîne tê êrişî cenazeyê me dike. Em weke malbata wî li dijî vê bêhiqûqiyê ne. Ez spasiyên xwe pêşkeşî herkesê ku hatine vir dikim. Mehmet Zekî Çelebî ne tenê şehîdê me ye şehîdê hemû kurd û Kurdistanê ye.”   Polîsan êrişî girseya ku bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre îxanet” meşiyan, kirin. Tevî êrişê jî girseyê demekî dirêj bi dirûşm û çepikan astengkirina polîsan şermezar kirin.