Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn 2022-05-27 10:57:25 ŞIRNEX - Derket holê ku li ser laşê Siddik Ugur ê li Girtîgeha Qubînê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, şopên îşkencê û lêdanê hebûn.  Siddik Ugur ê li Girtîgeha Qubîna Êlihê ya Tîpa T’yê girtî bû, di 25’ê gulanê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Piştî karûbarên otopsiyê di dema wecîbeyên olî de wêneyên Ugur hatin girtin. Di wêneyan de derket holê ku di qirika wî de şopên ben, di serê wî de şopên lêdanê hene. Hefteyek berê wî xistine hucreya yek kesî. Şopên îşkenceyê û lêdanê yên li ser bedena Ugur gekek pirsan anî bîra mirovan.    ‘KESÊ KU SERÎ RAKIRIYE!’    Ugur piştî qedexeya derketina derve ya li Şirnexê di 14’ê Adara 2016’an de hatibû ragihandin, di 10’ê kanûna 2016’an de tê girtin. Di tîrmeha 2017’an de tê berdan. Di kanûna 2018’an de cara duyemîn tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Şirnexê û cezayê muebeda giran lê tê birîn. Li Girtîgeha Şirnexê di êrişa gardiyanan a li dijî girtiyan de birîndar bûbû. Rêveberiya girtîgehê wî wekî “kesê serî rakiriye” hedef da nîşandan. Piştî vê yekê wî di cotmeha 2021’an de wî sewqî Girtîgeha Qubîna Êlihê kirin.    HERÎ DAWÎ DI 22’Ê MEHÊ DE AXIVÎ YE    Hat zanîn ku Ugur di 22’ê gulanê de bi telefonê li malbata xwe geriyaye û ji wan re ragihandiye ku wî xistine hucreya yek kesî û ji malbata xwe televizyon xwestiye.