Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin 2022-05-27 11:37:48   STENBOL - Li navçeya Şîşliyê di malekê de yek jê jin 3 kes mirî hatin dîtin.    Li taxa Fulya ya navçeya Şîşliya Stenbolê li malekê 3  kes mirî hatin dîtin. Hat zanîn ku li wê mala li qata herî jor a avahiyê serê sibehê dengê çekan hatiye bihîstin. Li ser gilîkirinê polîs çûn cihê bûyerê û bi cenazeyên yek jê jin 3 kesan dîtin.    Lêkolîna polîsan li cihê bûyerê didome.