Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin 2022-05-27 12:48:35   HATAY - Girtiyên Efrînî ku li Girtîgeha Yayaladagiyê tên ragirtin diyar kirin ku ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin û wiha gotin: “Îfadeyên me di bin îşkenceyê de girtin. Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin.”    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Yayladagi ya Hatayê raporek amade kir. Şaxa ÎHD’ê rapora xwe li pêşiya Şaxa ÎHD’a Hatayê bi daxuyaniyekê parve kir. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Hatayê Mursel Tonguç Salmanoglu diyar kir ku li ser serlêdana girtiyên bi navên Î.M., Î.M. û F.K., çûne serdana girtîgehê û li gorî agahiyên wan jî raporek amade kirine.    Salmanoglu anî ziman ku girtî Î.M. got ku di sala 2018’an de li Efrînê ji hêla OSO’yê ve hatiye binçavkirin û wiha domand: “Î.M. da zanîn ku di dema binçavkirinê de hatiye îşkencekirin û piştre jî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Bi îdiayên ‘kuştina du leşkeran’ û ‘parçekirina yekparetiya welêt’ 3 caran cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn. Î.M. got; ‘Em li Hatayê jî hatin îşkencekirin. Di bin çavan de bi îşkenceyê îfadeyên me girtin û bi darê zorê bi me dan îmzekirin.’”    'DENGÊ ME BIDIN BIHÎSTIN’   Herî dawî Salmanoglu ev tişt anî ziman: “Girtiyê bi navê Î.M. jî ev agahî dan; ‘Em bi giştî 11 kes bi bûyereke ku tu eleqeya me pê re tunebû hatin tawanbarkirin û çeteyên OSO’yê em girtin. Îşkenceyên gelek giran li me hatin kirin. Şopên îşkenceyê hêj niha jî li ser laşê min hene. Bijîşkan bi tu awayî rapora îşkenceyê nedan û em derman nekirin. Tu çalakiyeke me ya li dijî Tirkiyeyê nebû û em endamên tu rêxistinan jî nînin. Di jiyana xwe de em tu carî nebûn endamên rêxistinekê û tev li çalakiyan nebûn. Çeteyên OSO’yê em li Sûriyeyê girtin û radestî qereqola cendirmeyên tirk kirin. Leşkerên tirk û çeteyan bi hev re îşkence li me kirin. Ev 3 sal û 8 meh in me nekarî raya giştî ji neheqiyên li me hatine kirin agahdar bikin. Di nava vê demê de me bi tu awayî agahiyek ji malbatên xwe negirt û nikarin bi wan re hevdîtinê bikin. Ez zewicî me û di vê demê de min hevjîna xwe qet nedît. Em ne dikarin li ser telefonê bi malbatên xwe re biaxivin û ne jî dikarin nameyekî bişînin. Em terkî qedera xwe hatine kirin. Ji kerema xwe raya giştî ji me agahdar bikin û bila dinya dengê me bibihîze. Bila parastvanên mafên mirovan dengê me bibihîzin û bidin bihîstin. Bila bi me re hevdîtinê bikin. Ya ku li me tê kirin, neheqî ye.”