Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan 2022-05-27 13:05:23   MÊRDÎN - Dadgeh dê di danişîna bê de biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya ji bo Parlamentra HDP’ê ya berê Gulser Yildirim dabû, binirxîne.    Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ji ber axaftinên di navbera 2012-2016’an de kiriye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” girtî tê darizandin. Danişîna 16’emîn a doza Yildirim li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 3’yemîn hat lidarxistin. Yildirim bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Kandirayê ya Jinan ku lê girtî ye tev li danişînê bû. Parêzerê Yildirim Erdal Kuzu jî li eywana danişînê amade bû. Ji bo dozê şandeyek demborî hat wezîfedarkirin û danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    Hat dîtin ku nivîsa Wezareta Dadê têkildarî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê girtin û darizandina parlamenterên HDP’ê de dabû hat dadgehê.    XWEST DARIZANDIN BÊ SEKINANDIN    Yildirim diyar kir ku ji ber roja hevdîtinê ye ew ê parastina xwe neke û ji bo parastinê dem xwest.    Piştre parêzerê wê Erdal Kuzu axivî û diyar kir ku DMME’yê derbarê parlamenterên HDP’ê û miwekîla wî Yildirim de biryara binpêkirinê daye û xwest darizandina miwekîla wî tavilê were sekinandin û doz were betalkirin.    Dozger biryara da ku Yildirim girtî bê darizandin û piştî ku mutalaya xwe temam bike dê pêşkêşî heyeta dadgehê bike.    Dadger diyar kir ku ew ê danişînek din daxwaza Kuzu binirxîne. Dadger biryara dewama girtina Yildirim da û danişînê taloqî 5’ê cotmehê kir.