Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike 2022-05-27 13:24:18 NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê têkildarî êrişa li ser Bamernê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK bi êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bamerneyê re hewl dide bi provokasyonan bingeha şer amade bike û wiha got: “PDK ketiya nava tirsa sûcdariyê û divê dev ji vê helwesta xwe ya xelet berde.”     Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê şevê din êrişî gundê Ziweser ê Bamernê ya Amediye ya Herêma Federal a Kurdistanê kir. Di êrişê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina sivîlan, çapemeniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi dezenformasyonê kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Navenda Parastina Gel (HPG-BÎM) têkildarî êrişa Tirkiyeyê û nûçeyên medyaya PDK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Li gorî daxuyaniyê ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hatiye weşandin, HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî dan:   “Dewleta tirk di 26'ê gulanê de li derdora nehiyeya Bamernê ya Amediyê, êrişî xelkê me yê başûrê Kurdistanê kir ku hatibûn geştê. Di êrişê de 2 jê zarok bi giştî 3 welatiyên me hatin şehîdkirin. Ji malbata her sê şehîdên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê hêvî dikin. Encamên neyînî yên têkiliya PDK'ê ya bi dewleta tirk a dagirker re û polîtîkayên şaş, bi komkujiya li Bamernê re careke din aşkera bû.   PDK JI BER TIRSA BERTEKA GEL EM SÛCDAR KIRIN   Hin rayedarên PDK'ê û medyaya PDK'ê bi fikara sûcdariyê hewl dan bûyerê bixin stuyê hêzên me yên gerîla. Ev hewldan wan, encama tirsa ji nerazîbûna mafdar a gelê me ye. Lê belê gelê me ji ber ku bi xwe rastî dîtiye û pê di zane, guh neda van sûcdariyan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo parastina rûmeta gelê me û parastina başûrê Kurdistanê berdêlên giran didin û bi rengekî fedaî şer dikin. Di rewşeke wiha de, PDK a ku komkujiyên dagirkeran ên li ser gelê me timî rewa nîşan dide, divê êdî dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde.   PDK BI PROVOKASYONAN BINGEHA ŞER AMADE BIKE   Hêzên gerîla derbên kuştinê li artêşa tirk dixin. Ji bo pêşî li têkçûna dîrokî ya artêşa tirk bigirin, hewl tê dayin ku bi destê hin hêzên li nava PDK'ê provokasyon bêne kirin û bi vî rengî zemîn ji şerekî nava kurdan re bê afirandin. Beriya niha di çapemeniyê de hatibû weşandin ku PDK ji bo hincetekê ji xwe re biafirîne ku li gel dewleta tirk tev li şer bûye, dikare hin planên qirêj pêk bîne. Di 24'ê gulana 2022'yan de hin hêzên PDK'ê li herêma Goşinê ya Sîdekanê bi ser noqteyeke me ya gerîla ve çûn, xwestin şer biqewime û bi vî rengî provokasyon kirin. Lê belê bi nêzîkatiya berpirsyarane ya yekîneya me ya gerîla, ev provokasyon hate têkbirin. Artêşa tirk di 25'ê gulanê de li ser qadên PDK'ê derbas bû û ji bejahî û hewayî ve êrişî Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê kir.   Di 26'ê gulanê de artêşa tirk a li qada Girê Şehîd Agir ê li Girê Ortê yê Metînayê, bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin. Agahiyên ku dibêjin 'hêzên me yên gerîla êrişî hêzên PDK'ê kirine' rast nîne.   BANGA JI BO PDK’Ê   Di demekî ku artêşa tirk tengav bûye û li ber têkçûnê ye de liv û tevgera bi vî rengî ya hêzên PDK'ê û weşandina nûçeyên şaş derewîn ên çapemeniya PDK'ê, xuyaye bê ka tên çi wateyê. Şerekî navxweyî yê kurdan tenê dê bi kêrî dewleta tirk a mêtinger were. Aşkera ye ku felaketeke bi vî rengî dê li Kurdistanê bibe sedema kaos, nearamî û hilweşîneke mezin. Em bang li PDK'ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde ku zerarê dide gelê Kurdistanê bi taybet jî başûrê Kurdistanê."