Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan 2022-05-27 14:44:16 MERSÎN - Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê, diyar kir ku li girtîgehên Tarsûs, Aksaray û Eregliyê girtî nayên tedawîkirin û rêveberiyên girtîgehan pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê, derbarê binpêkirinên ku di mehên sibat, adar, nîsan û gulanê de li girtîgehên bi tîpên T ên Tarsûs, Aksaray û Eregliyê pêk hatibûn de raporek amade kir. ÎHD'ê rapora ku amade kiribû, li avahiya xwe bi daxuyaniyeke çapameniyê bi raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD'ê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY DER) tev li daxuyaniyê bûn.   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Battal Încî, rapora ku hatibû amedekirin aşkera kir û bal kişand ser binpêkirinên ku li girtîgehan pêk hatine û xwest çareserî ji  binpêkirinan re bê dîtin. Di destpêka axaftina xwe de Încî qala reewşa girtiyên nexweş Sûphî Aydin û Îbrahîm Orûç kir û destnîşan kir ku tedawiya her du girtiyan nayê kirin û xwest ku tedawiyên wan destpêkirin. Încî, destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan pirtûkên ku wezaretê erê kiriye jî nadin girtiyan û xwest ku ev pirsgirêk ji holê bên rakirin.