‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’ 2022-05-27 15:25:32   STENBOL - Dayika girtiyê nexweş Bulent Mengeş, Hacer Tayfur bang li serokkomar û wezîrê edaletê kir û wiha got: “Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre. Dixwazim kurê min were berdan.”    Girtiyê nexweş Bulent Mengeş li Girtîgeha Tîpa E ya Kirklareliyê tê ragirtin. Dayika Mengeş, Hacer Tayfur li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî rewşa kurê xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Davut Aslan jî amade bû.    Tayfur, anî ziman ku kurê wê Bulent Mengeş di sala 2015’an de ji ber sûcekî edlî hatiye girtin û wiha got: “Kurê min rastî zextên psîkolojîk tê û nayê dermankirin. Min gelek caran ji bo tedawiyê, kurê xwe rakir nexweşxaneyê. Bijîşk got ku derûniya wî xera bûye û divê bê tedawîkirin. Ji sala 2015’an heta niha bi tu awayî li girtîgehê tedawiya wî bi rêk û pêk nayê kirin. Ji ber ku derûniya wî xera ye, li girtîgehê pirsgirêkan dijî û ji ber vê jî her tim bi awayekî sîstematîk tê cezakirin.”   BANG LI SEROKKOMAR Û WEZÎRÊ EDALETÊ KIR   Bi domdarî Tayfur, got ji bo ku dermanên kurê wê bên dayîn û bi awayekî rêk û pêk bibin nexweşxaneyê, gelek caran ketiye nava hewldanan û wiha domand: “Lê ev hewldanên min vala derketin. Li vir bangî serokkomar û wezîrê edaletê dikim. Naxwazim kurê min li girtîgehê bimre. Bila kurê min bê berdan û tedawî bibe.”    ‘DIVÊ MENGEŞ WERE BERDAN’   Endamê komîsyona Girtîgehan Davut Aslan jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Mengeş, ji sala 2019’an heta niha di rapora girtiyên nexweş a ÎHD’ê de ye. Ji ber ku tedawiya nayê kirin, beriya niha jî gelek caran serlêdan hatine kirin. Ji ber ku nayê tedawîkirin, rewşa Mengeş her ku diçe xerabtir dibe. Rewşa wî ya girtî, bandoreke neyînî li ser derûniya wî dike. Em dixwazin ku heta tedawiya Mengeş xelas dibe were berdan û li nexweşxaneyeke cuda bê dermankirin.”