ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-28 09:00:31 * Mehmet Emîn Gezer gava ji bo kesên birayê wî kuştibûn çûbû qereqolê, li ber qereqola polîsan bi guleya polîsan birîndar bûbû û li vir bi guleya polîsan ji pişta xwe derb xwaribû û felcî bûbû. Di dozê de polîsên ku ew birîndar kiribûn û bûbûn sedema felcbûna wî, beraet kiribûn. Lê tişta balkêş berî ku dadgeh bi dawî bibe Midûriyeta Giştî ya Polîsan Gezer daye ber îcrayê.  * Tirkiyeyê di sala 2015'an de li hemberî Heftanînê dest bi operasyona leşkerî kir, lê 7 sal in nikare têkeve Heftanînê. Cerdevanekî diyar kir ku Tirkiye 7 sal in li Heftanînê gavekê jî pêş ve neçûye.    * Xizmên girtiyan ji bo malbata Barzanî ya hevkariya êrişên Tirkiyeyê dike gotin: "Ji wan kincên li ser xwe fedî bikin."    * Hevserokê OHD a Şaxa Îzmîrê Velat Zeren ku li Girtîgeha Kiriklarê hevdîtin bi girtiyan re kiriye diyar kir ku îdareya girtîgehê soz daye ku dê pirsgirêkan çareser bike, lê li ser sozek xwe jî nesekiniye.    * Îdareya Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê destûr daye ku girtî klîmayê bistînin, lê heman îdare xebitandina heman klîmayê qedexe kiriye.    * Amedekariyên Kongreya Asayî ya 5'an a HDP'ê bi avakirina Komîsyona Mutabaqatê re dest pê kirin. HDP hewl dide ku kongreyeke girseyî li dar bixe û dê li dijî doza girtinê û operasyonan peyama "Ev ne dawî ye, destpêk e" bide.    * Dozgerekî ku xwe spartiye zabitnameyên polîsan ên derbarê çalakiyên şermezarkirinê yên HDP'iyan de doza cezakirina HDP'iyan li dadgehê kiriye, lê dozgerekî din jî ji bo heman çalakiyê biryara neşopandinê daye.    * Layiha Ozturk 28 sal in li aqûbeta hevjînê xwe Vasif Ozturk ê li Pasûrê di serdegirtina gund de hat binçavkirin dipirse û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”    *Muzîkjen Şêrko Kanîwar, derbarê lidarxistina konserên li avahiyên qeyûman û qedexekirina konserên kurdî de axivî û diyar kir ku hunera bi kurdî asteke polîtikbûnê ye û dewlet dixwaze bi populîzmê naveroka polîtikbûnê pûç bike û got: "Di nav civakê de rol û mîsyona hûnermendan girîng e, divê hûnermend rol û mîsyona xwe bi cih bînin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 446'emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiyên heftane ji bo aqûbeta windayan li dar bixin. (11.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê di hefteya 896'emîn de dê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Li Stenbol û Enqereyê parêzvanên mafê mirovan dê wek her hefte balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)    * TOHAV, ÎHD û OHD dê konferansa bi navê "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê" li hotêlek Taksîma Stenbolê li dar bixe. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê li Wanê serdana şîna Mehmet Zekî Çelebî yê ku li Silêmaniyê di encama êrişa çekdarî de hat qetilkirin, bike. (11.00)   * Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad dê bi tevlibûna hunermend Kasim Taşdogan li Eywana Dawetê ya Şaredariya Bûcaya Îzmîrê konser li dar bixe. (12.30)