Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê 2022-05-28 09:05:51 MÊRDÎN - Mehmet Emîn Gezer gava ji bo kesên birayê wî kuştibûn çûbû qereqolê, li ber qereqola polîsan bi guleya polîsan birîndar bûbû û li vir bi guleya polîsan ji pişta xwe derb xwaribû û felcî bûbû. Di dozê de polîsên ku ew birîndar kiribûn û bûbûn sedema felcbûna wî, beraet kiribûn. Lê tişta balkêş berî ku dadgeh bi dawî bibe Midûriyeta Giştî ya Polîsan Gezer daye ber îcrayê.  Di dema çalakiyên 6-8'ê Cotmeha 2014'an ên ji bo Kobaniyê de di 7'ê Cotmeha 2014'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê Bîlal Gezer ê 29 salî hatibû qetilkirin. Roja bûyerê birayê wî Mehmet Emîn Gezer jî bi hinceta ku kiryarê birayê wî hatiye zevtkirin çûbû ber Navenda Polîsan a Kerboranê. Gezer li vir bi guleya polîsan ji pişta xwe derb xwaribû û paşê felcî bûbû. Polîsên tevgera taybet O.A., M.K., M.Ç. û A.T. ên bûbûn sedema felcîbûna Gezer bi sûcê "hewldana ji bo kuştina qesdî" hatibûn darizandin, lê Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê biryar "necezakirinê" dabû.    Lê Daîreya Ceza ya 1'ê ya Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî xera kiribû û bûyerê wekî "xeletiyê" nirxandibû û bi daxwaza derbarê her 4 polîsan de biryara beraetê bê dayîn dosye ji dadgeha herêmî re şandibû. Dadgeha herêmî biryareke li gor daxwaza Dadgeha Bilind dabû. Piştî vê parêzerê malbatê Ahmet Arikan cardin serî li Dadgeha Bilind dabû.    DOZA TAZMÎNATÊ HAT REDKIRIN   Her wiha parêzerê malbatê ji ber ku muwekîlê wî felcî bûye ji bo tazmînatê serî li Dadgeha Îdare ya Mêrdînê dabû. Lê Dadgeha Îdareyê daxwaza jib o tazmînatê red kiribû. Piştî vê biryarê parêzer Arikan bi daxwaza betalkirina biryara dadgehê serî li Şûraya Dewletê dabû.    EW DAN BER ÎCAREYÊ   Dosyeya ceza ya Mehmet Emîn Gezer hê li Dadgeha Bilind e û ya tazmînatê jî hê li Şûraya dewletê ye. Lê belê di vê navberê de Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Gezer daye ber îcrayê. Midûriyeta Polîsan ji bo 2 hezar û 180 TL heqê wekaletê bê dayîn serî li Daîreya Îcrayê ya 14'an a Enqereyê daye û xwestiye ev pere tevî 688 TL faîza wê bê dayîn.    ‘ME EV JÎ DÎT'   Parêzer Arikan têkildarî fermana îcrayê de anî ziman ku ji ber ku pêvajoya dadgehê bi rêya Dadgeha Bilind û Şûraya Dewletê didome şandina fermana îcrayê dijî teamulan e. Arikan da zanîn ku di warê qanûnî de pêkanîna vê yekê mimkun e, lê li gor teamulan dosyeyên bi vî rengî li benda biryara dawî tên sekinandin. Arikan got: "Em behsa mirovekî ku bi guleya polîsan felcî bûye dikin. Hem ê felcî bibe û kiryar neyên cezakirin û bi ser de tu yê rabî wî bidî ber îcrayê. Li tu welatî tiştekî bi vî rengî nepêkan e. Lê mixabin me ev tişt li Tirkiyeyê dît."    MA / Ahmet Kanbal