Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike 2022-05-28 09:07:07 AMED - Xizmên girtiyan ji bo malbata Barzanî ya hevkariya êrişên Tirkiyeyê dike gotin: "Ji wan kincên li ser xwe fedî bikin."  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Di van êrişan de ku armanca wan jiholêrakirina destkeftiyên kurdan e, herî dawî li navçeya Bamernê ya bajarê Amediyê 2 zarok hatin qetilkirin. Malbatên ku li Amedê ji 16'ê Mijdara 2021'ê ve ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin Nobeda Edaletê digirin bertek nîşanî van êrişan dan.  'BARZANÎ BÊBEXTIYÊ DIKE'   Nazîme Boltan bertek nîşanî malbata Barzanî da û got: "Xwelî li serê we be. Bêbextiyê li kurdan dikin. Em malbatên girtiyan careke din bang li Barzanî dikin; xwîna kurdan nerijîne. Bi Erdogan û MHP'ê re hereket neke. Heqaretê li kurdan neke."    Boltan bilêv kir ku malbata Barzanî kurd e, lê radibe bi MHP-AKP'ê re hereket dike û wiha got: "Ev çi kurdbûyîn e! Ne heyfa wan kincan ku li xwe dikin. Radibin sivîlan dikujin. Çi heqê we li sivîlan heye? Sivîlên li wir jî wekî me ne. Heman zilm û heqaretê li kurdên vir jî dikin."    'JI WAN KINCAN FEDÎ BIKIN'   Fevziye Kolakan jî xwest êriş rojek berî rojekê bi dawî bibin û wiha axivî: "Em dayikên edaletê ne. Em naxwazin ne kurd ne jî tirk dilê tu dayikekê biêşe." Kolakan bal kişand ser hevkariya ji bo êrişan jî û got: "Ger tu (malbata Barzanî) kurd bûna, te ev şer nedikir. Tu ji wan kincên li ser xwe jî fedî nakî ku şer dikî? Tu bi kê re şer dikî? Çima tu dihêlî li warê te şer çêbibe? Diviyabû te doza edaletê bikira, lê tu radibî doza şer dikî. Ji wan kincên kurdî yên li ser xwe fedî bike. Ma qey zarokên te tune ne? Qey dilê te naêşe?"    Kolakan got: "Erdogan dijminê kurda ye. Lê hûn rabûne bi Erdogan re bûne yek û dijminatiya kurdan dikin. Bila dayikên kurd û tirk bibin yek û bibêjin 'Em vî şerî naxwazin.'"    BANGEWAZÎ   Çalakgera Nobeda Edaletê nivîskar Herdem Merwanî jî anî ziman ku kurd di rojên zor û zehmet de derbas dibin û li her qadê li hemberî kurdan êriş hene. Merwanî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Rizgariya me bi yekîtiyê pêkan e. Lewma kurd gere bi yek bin. Me dixwest PDK di rojeke wiha de mizgîniya yekîtiyê bide."Merwanî destnîşan kir ku Barzanî û MHP di heman refê de ne û got: "MHP karê xwe pir baş dike. Karê wan ew e ku kurdan bera hev bidin. Lê kurd gere berbayî lîstikên wan nekevin. Lewma bîrdozî û fikira me cuda be jî, gava kurd bi yek bin tu kes nikare me daxilî nava lîstika xwe bike. Em divê bi yekîtiyê lîstikên wan pûç bikin."